‘Gulistan mamosteya Çapemeniya Azad bû, Hêro jî hêla wê ya bihêz bû' 2025-08-22 09:06:28   ŞIRNEX - Şoxan Mîrza, behsa Gulistan Tara û Hêro Bahaddînê kir ku par di êrişa droneyan de hatin qetilkirin û got: "Gulistan ji bo me perwerdekarek bû, mamosteyek bû. Hêro jî, hêza Çapemeniya Azad temsîl dikir. Em ê mîrateya wan a têkoşînê xurttir bikin."   Rojnamevan Gulistan Tara û Hêro Bahadîn di 23'yê Tebaxa 2024'an de li nêzîkî gundê Teperreş ê navçeya Seyidsadiq a Silêmaniye ya Herêma Federe ya Kurdistanê di êrişeke SÎHA'yên Tirkiyeyê de hatin qetilkirin. Çapemeniya Azad û rêxistinên navneteweyî Tirkiyeyê ji kuştina rojnamevanan berpirsyar dîtin, lê Tirkiyeyê daxuyaniyek jî neda. Li ser komkujiyê tu lêpirsîn nehat destpêkirin.   Em di salvegera qetilkirina her du rojnamevanan de bi hevkarê wan, rojnamevan Şoxan Mîrza re axivîn.   ‘GULISTAN JINEKE PÊŞENG BÛ'   Şoxan Mirza destnîşan kir ku Gulistan Tara zêdetirî 20 salan di xebata Çapemeniya Azad de cih girtiye û got: "Gulistan jineke pêşeng bû. Ew rojnamevaneke şoreşger bû ku di çapemeniyê de ji bo azadiya jinan têdikoşiya. Bi her gaveke ku diavêt, tovên azadiyê diçand, rê û rêwiyên nû diafirand. Têkiliya wê bi mirovan re têkiliya hevaltiyê bû. Wê ne tenê xeteke îdeolojîk diparast; wê bi rêya hevaltiyê ew pêk dianî. Ew jineke bi îradeyeke xurt bû ku xwe di Çapemeniya Azad de dît û jiyana xwe ji bo vê qadê terxan kir."    Şoxan Mîrza bal kişand ser nêrîna Gulistan Tarayê ya li ser jinan û got: "Wê dixwest ku jin di Çapemeniya Azad de hebûneke xurt hebe. Wê her tim digot ku jin divê bihêz bin, xwe birêxistin bikin û bi têkoşîneke mezintir bersiva êrişan bidin. Ew hem perwerdekar û hem jî rêxistinvan bû. Ew kêmasiyên hevalên xwe wekî yên xwe didît, rexne li xwe dikir û ruhê kolektîf pêş dixist."   'HÊRO ROJNAMEVANEKE BIÎRADE BÛ'   Şoxan Mîrza destnîşan kir ku rojnamevan Hero Bahadîn jî jiyana xwe ya kurt ji bo vê têkoşînê terxan kiriye û got: "Hero bi mijarên teknîkî ve mijûl bû, lê wê qet xwe bi vê yekê sînordar nekir. Ew jineke bi îradeyeke xurt bû û nêrîneke wê ya jinane hebû. Wê bi pirsa 'Ez çawa dikarim hevkarên xwe perwerde bikim û wan tevlî karê me bikim?' xwe bi berdewamî pêş dixist. Gulistan ji bo me perwerdekarek bû, mamosteyek bû. Ji aliyê din ve, Hêro aliyê nedîtî lê pir bi hêz ê Çapemeniya Azad temsîl dikir. Têkoşîna wan a hevbeş gelek tevkarî li Çapemeniya Azad ya li Herêma Federe ya Kurdistanê kir."    'ARMANC BÊDENGKIRINA ÇAPEMENIYA AZAD BÛ'   Şoxan Mîrza diyar kir ku hedefgirtina her du rojnamevanan ji bo çavtirsandina Çapemeniya Azad bû û got: "Çapemeniya Azad hewldaneke kolektîf e. Biryar bi hev re tên girtin û bicîhanîn. Gulistan û Hêro di nav nûnerên herî girîng ên vê giyanê kolektîf de bûn. Qetilkirina wan a hedefgirtî êrişek bû ku armanca wê bêdengkirina jinên azad bû. Lê ew bi ser neketin. Piştî şehadeta wan, me hîn bêtir xwe bi vê mîrateyê ve girêda. Me bêtir nivîsand, em bêtir axivîn. Têkoşîn hîn xurttir bû. Gulistan û Hero ji bo Başûrê Kurdistanê wekî modeleke têkoşînê man."   Şoxan Mîrza têkiliya kûr a ku wê bi Gulistan Tara û Hero Bahaddîn re çêkiribû, wiha domand: "Wekî jineke ji Başûr, kêliya herî xweşik a jiyana min hevdîtina bi şehîd Gulistan re bû. Lê roja herî bi êş wergirtina xebera şehadeta wê bû. Zehmet e ku meriv wê rojê bi gotinan vebêje. Tiştek ji wergirtina şehadeta hevaleke ku hûn her roj bi hev re bin, mil bi mil têdikoşin, bi êştir nîne. Piştî çûyîna wan, ji bo me her tişt neqediya. Lê her çend ew bi fizîkî ji nava me çûn jî, ruh û ramanên wan bi me re dijîn. Têkiliya ku wan afirand ewqas xurt bû ku ji bo demeke dirêj, ne gengaz bû ku meriv bawer bike ku çûne. Nebûna wan di jiyana me de valahiyeke mezin çêkir. Ew ne mirovên asayî bûn. Ew hevalên ku bingeha perwerdehiya me danîn û me bi ramanên azad, mîna dayikan, mezin kirin. Em ê mîrateya wan a têkoşînê qet ji bîr nekin û em ê wê xurttir bikin."   MA / Zeynep Durgut