Zeydan banga tevlibûna mitîngê kir: Em di qonaxa azadiyê de ne 2025-08-20 09:52:02   WAN -  Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Abdullah Zeydan ku li şûna wî qeyûm hatiye tayînkirin ji bo mitînga 23’yê Tebaxê bang kir û got: “Em nêzî azadiyê ne. Di vê qonaxa diyarker de gel dê dîsa berpirsyartiya xwe bicih bîne.”    Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Tevgera Jinên Azad (TJA) û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), di 23’yê Tebaxê de dê bi dirûşma “Ne tecrîd lê azadî bi ser bikeve” li Wanê  mitîngeke mezin li dar bixin. Amedekariyên mitînga ku dê saet di 17.00'ê de li Parka Mûsa Anterê were lidarxistin, didomin.    ‘DÊ GEL BERPIRSIYARIYA XWE YA DÎROKÎ BI CIH BÎNE’   Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Abdullah Zeydan ku li şûna wî qeyûm hatiye tayînkirin, têkildarî girîngiya mitîngê axivî. Zeydan, destnîşan kir ku piştî “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di 27’ê Sibatê de, cara yekemîn e li Wanê mitîngê li dar dixin û wiha axivî: “Banga aştiyê ji bo hemû gelên Rojhilata Navîn hêviyeke mezin geş kir. Rêzdar Ocalan, piştî şerê salên dirêj, rêya jiyaneke ku êdî ciwan nemirin û her kes bikare bi nasname, bawerî û çanda xwe bijî, nîşan dide. Piştî vê banga dîrokî cara yekemîn em ê li Wanê mitîngeke mezin li dar bixin. Dê mitîng jî weke bangê dîrokî be. Gelê Wanê her tim berpirsiyariya xwe ya dirokî bi cih aniye.”   Zeydan, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Gelê Wanê, hem ji bo şikandina tecrîda li ser rêzdar Ocalan û hem jî li dijî tundiya li ser hevalên me yên di zindanan têkoşiyaye. Gelê Wanê, li djî xespa qeyûm a di 10 salên dawî de bersiva herî baş di hilbijartinên 31’ê Adarê de da. Xwedîderketina li vê îradeyê di heman demê de xwedîderketina li çand, ziman, aştî û demokrasiyê ye. Di vê qonaxê de gelê Wanê dê dîsa berpirsiyariya xwe bi cih bîne.”   BANGA MITÎNGÊ   Zeydan, axaftina xwe bi vê bangê bi dawî kir: "Bi sed hezaran kes dê werin wê qadê û dê xwedî li banga rêzdar Ocalan derkevin. Giyanê têkoşîn û piştevaniya li vir dê roniyê bide aştî û demokrasiya welat. Em ji gelê Wanê bawer in. Di serî de jin û ciwan em bangî her kesê dikin ku bi awayeke xurt li mitîngê xwedî derbikevin.”