Koker: Hevdîtina komîsyonê bi Ocalan re dê cidiyeta pêvajoyê xurt bike 2025-08-20 09:16:55 ENQERE - Zanyarê Siyasetê Prof. Dr. Levent Koker bal kişand ser bandorên gengaz ên hevdîtina Komîsyona Meclisê bi Abdullah Ocalan re û got: "Ev hevdîtin dê di çavê civakê de jî cidiyeta pêvajoyê xurt bike." Zanyarê siyasetê Prof. Dr. Levent Koker ku Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ew ji "Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê" re pêşniyaz kir, karê ku divê komîsyon ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd bike nirxand.    Koker diyar kir ku komîsyon bi armanca xebatê di warên "azadî, demokrasî û serdestiya hiqûqê" de dest pê kiriye û rola komîsyonê di avakirina lihevkirineke civakî ya berfireh de ji bo pêvajoya demokratîkbûnê derfeteke dîrokî temsîl dike.   Koker destnîşan kir ku komîsyon divê tenê bi sererastkirinên qanûnî yên der barê bêçekkirin û hilweşandina PKK'ê de sînordar nebe û got: "Komîsyonê her wiha peywir girtiye ser xwe da ku ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd a Tirkiyeyê ku ev zêdetirî sedsalek e çareserî lê nehatiye kirin, lihevkirinek civakî ya herî berfireh peyda bike."   Koker diyar kir ku divê komîsyon tenê bi guhdarîkirina hin rêxistinên civaka sivîl, zanyar û pêşengên raya giştî xwe sînordar beke û avakirina mekanîzmayek, binkomîsyonek an sekretaryayek ji bo misogerkirina diyaloga berdewam pêwîstiyeke neçar e.   Koker ku xebata komîsyonê li du kategoriyan wekî "çalakiyên ku hewceyê rêziknameyeke qanûnî nînin û yên ku dikarin di demek dirêj de werin bicîhanîn û hewceyê rêziknameyek qanûnî ne" dabeş kir, wiha got: "Ji bo ku biryarên DMME û Dadgeha Destûra Bingehîn yên ku nehatine bicîhanîn tavilê werin bicîhanîn, pêdivî bi rêziknameyek qanûnî tune. Kesên ku ji ber dozên wekhev ên ku di van biryaran de binpêkirina mafan hatine dîtin, di girtîgehan de tên girtin, dikarin werin berdan. Wekî din, divê girtinên ku ji tevdîrên dadwerî wêdetir diçin bi dawî bibin û girtiyên siyasî û hikumxwar werin berdan. Lijneyên Îdare û Çavdêriyê divê dev ji astengkirina berdanan bi biryarên kêfî berdin."   Koker destnîşan kir ku gavên ku hewceyê rêziknameya qanûnî ne, dikarin bi guhertinên li Qanûna Înfazê û qanûnên din werin bidestxistin.    PERWERDEHIYA BI ZIMANÊ ZIKMAKÎ Û XWESERIYA HERÊMΠ   Koker destnîşan kir ku divê Tirkiye çareserkirina pirsgirêkên têkildarî pirsgirêka bingehîn a dema damezrandina komarê bide pêşiyê û wiha domand: "Kiryarên ku bi fermî wekî 'terorîzm' tên binavkirin ne tenê ji rêxistinan, lê di heman demê de ji rayedarên ku serî li kiryarên neqanûnî yên zorê didin jî derdikevin. Armanca komîsyonê ya 'bi tevahî ji rojeva Tirkiyeyê derxistina terorê' tenê mimkun e ger rayedarên dewletê di çarçoveya qanûnê de tevbigerin. Naskirina mafê perwerdehiya bi zimanê Kurdî û misogerkirina xweseriya herêmî û xwecihî di nav gavên pêşîn de ne. Ev di heman demê de dev ji têgihîştina tekparêz û etnîkî ya neteweyê berdide."   Koker, rexne li komîsyonê kir ku çima hêla destûra bingehîn a pirsgirêkê nexistiye rojeva xwe û diyar kir ku nîqaşkirina aliyên destûra bingehîn yên pirsgirêka Kurd pir girîng e.    Koker bilêv kir ku komîsyon, ji ber avaniya xwe ya niha, xwedî karbidestiya dawî nîne û ev yek dê têgihiştineke neyînî li raya giştî biafirîne. Koker wiha domand: "Komîsyon dê pêşniyazên qanûnî amade bike, lê ev pêşniyaz dê ji komîsyonên meclisê yên têkildar derbas bibin û di Lijneya Giştî de werin nîqaş kirin û ji hêla Serokkomar ve werin pejirandin. Ger komîsyon bi qanûnê were damezrandin û pêşniyazên wê rasterast ji Lijneya Giştî re werin şandin, dê bibandortir be."   HEVDÎTINA BI ABDULLAH OCALAN RE     Koker bal kişand ser rola Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di vê pêvajoyê de û got ku hevdîtina bi Abdullah Ocalan re dê tevkariyê li pêvajoyê bike û got: "Banga Ocalan a 27'ê Sibatê ji bo têgihîştina pêvajoyê wekî avakirina aştî û civateke demokratîk xwedî girîngiyeke taybet e. Armanca desthilatê ya 'Tirkiyeyeke Bêteror' bêyî avakirina aştî û civateke demokratîk nayê pêkanîn. Guhdarîkirina Ocalan ji aliyê komîsyonê ve ne tiştek e ku meriv jê matmayî bimîne; berevajî vê, ew ji bo fêrbûna pêşniyazên berbiçav bi awayekî rasterast sûdmend e."   Koker pêşniyaza Serokê Giştî yê MHP'ê Devlet Bahçelî ya ku Abdullah Ocalan li meclisê biaxive bi bîr xist û bal kişand ser bandorên gengaz ên hevdîtina komîsyonê bi Abdullah Ocalan re û got: "Ev hevdîtin dê li bara civakê jî ciddiyeta pêvajoyê xurt bike."    MA / Omer Gungor