Beşa 20’an a belgefîlma ‘Vejîna Kurd’ hate weşandin 2025-08-17 16:41:48   NAVENDA NÛÇEYAN - Fragmana beşa 20’an a belgefîlma “Vejîna Kurd” hate weşandin. Di beşa nû de berxwedana li girtîgehan tê vegotin.    Fragmana beşa 20’an a Belgefilma Vejîna Kurd a ku ji 90 beşan pêk tê, hate weşandin. Ev beşa ku bi sernavê “Hovîtî”, bal dikêşe ser îşkenceyên rejîma cunta ya 12’ê Îlonê û li dijî vê berxwedana li zindanan, bi taybetî ya li zindana Amedê. Di vê beşa belgefilmê de kesên mîna Riza Altûn, Sakîne Cansiz, Mûstafa Karasu, Ahmet Turk, Fuat Kav û Muzaffer Ayata qala demê dikin.   Beşên nû yên belgefilmê rojên Çarşemê li ser Stêrk TV û rojên Îniyê jî li ser televizyona Medya Haberê tên weşandin.   Hûn dikarin hemû beşên belgefilmê li ser navnîşanên înternetê yên https://kominatara1.com/ û qenala telegramê https://t.co/OTX3Q2pbpK bişopînin.