Li Dêrsimê bi awayekî komunî mala çandê ava kirin 2025-08-14 09:00:44 DÊRSIM - Ayfer Tîmurlenk ku di avakirina Dem-Sir Aş û Mala Çandê ya komunal ya li Dersîmê bû, got: "Ez hêvî dikim ku ev bibe destpêkek û em karibin rihê jiyana komunal ji nû ve bi dest bixin." Li Dêrsimê ku baweriya Rêya Heq lê bi ruh û can e, gundiyên Xêç û Çîlgayê ji bo vejandin û parastina kevneşopiyên xwe li dijî kapîtalîzmê navendeke çandî ya komunal ava kirin. Ayfer Timurlenk ku di avakirina Dem-Sir Aş û Mala Çandê bû, diyar kir ku navend dê ji bo parastina baweriya Rêya Heq, çalakiyên zimanê dayikê û mîrata çandî bixebite. Ayfer Timurlenkê got: "Me qet serî netewand, ev rê ji bav û kalên me mîras maye."   Ayfer Tîmûrlenkê anî ziman ku gelek cemxane ji baweriya rastîn dûr in û wiha behsa armanca Dem-Sir Aş û Mala Çandê ya ku wan vekiriye kir: "Ji bo şîn û dawetan cihekî me tune bû. Gava cenazeyek çêbûbûna, ev rîtuel li malê dihatin kirin. Mêvan li malê dihatin ezimandin, cîranan li malên xwe xwarin çêdikir û dianîn. Niha tiştekî wiha tune ye. Ji lew re hin mirovên me hatin sirgûnkirin. Ji ber vê berdewama van kevneşopiyan jî winda bû. Ji ber koçberî û sirgûnan zarokên me jî vê çandê ji bîr kirin. Me bi hev re ev der ava kir. Me bi palûteyî tiştekî wiha çêkir. Ne tenê bi alîkariya elewiyên Dêrsimê, me bi alîkariya gelek mirovên li deverên cuda ev yek çêkir."    RUHÊ KOMUNAL     Ayfer Tîmûrlenkê got: "Ev der dê bibe cihê xebatên ziman û çandî jî. Em ê bi xebatên çandî zimanê xwe yê windabûyî bi ruh û can bikin. Zarokên me ji ber ku li welatên cuda çêbûne û mezin bûne zimanê xwe ji bîr kirine. Em hêvîdar in ev ji bo cejandina ruhê komunal bibe destpêkek. Em dixwazin wî ruhê komunal ê berê vejînin."   Ayfer Tîmûrlenkê bal kişand ser girîngiya yekîtiyê û got: "Yekîtî, çalakiyeke ruhî ya bedew e. Divê em baweriya Rêya Heq, zimanê dayikê û çanda xwe rê zarokên xwe bidin. Me li vê erdnîgariyê pir êş kişandiye û bedêl dane, lê me tu carî serî netewandiye. Li vê erdnîgariyê loqmeyê bixwê yê ku mezinên me dane me, helal e. Lewma divê em jî vê rêyê bidomînin."    MA / Şîrvan Şîlan Çîl