Artêşa Îsraîlê plana ‘kontrolkirina’ Xezeyê erê kir 2025-08-13 16:29:50 NAVENDA NÛÇEYAN - Artêşa Îsraîlê ragihand ku plana “konsepta sereke” ya Serokê Fermandariya Giştî Eyal Zamir a ji bo “kontrolkirina” Xezeyê, erê kiriye.   Li gorî Reuters’ê, Îsraîl armanc dike ku êrişeke nû bide destpêkirin û bajarê Xezeyê kontrol bike. Di nûçeyê de tê gotin ku artêşa Îsraîlê plana “konsepta sereke” ya Serokê Fermandariya Giştî Eyal Zamir a ji bo “kontrolkirina” Xezeyê, erê kiriye.   Artêşa Îsraîlê piştî di Cotmeha 2023’yan de şer dest pê kir, di nava demeke kurt de bajarê Xeze bi dest xist lê piştre ji herêmê vekişiyabû.   Li aliyê din li gorî nûçeya Associated Press (AP), hate îdiakirin ku Îsraîlê îxtîmala ku jinûve hin Filistîniyan li Başûrê Sûdanê bi cih bikin, nirxandiye. Têkildarî mijarê 6 çavkaniyan diyar kirin ku têkildarî vê yekê di navbera Îsraîl û Başûrê Sûdanê de hevdîtin hene.