Li Zozana Korxanê atolyeya ‘Îdeolojiya Rizgariya Jinê’ hat lidarxistin 2025-08-13 13:56:29   ÎDIR - Meclisa Jinan a DBP’ê li Zozana Korxanê bi bêrîvanan re civiya û atolyeya “Îdeolojiya Rizgariya Jinê” li dar xist.    Meclisa Jinan a Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), li Zozana Korxanê ya Îdirê atolyeya “Îdeolojiya Rizgariya Jinê” li dar xist. Cîgira Hevserokên Giştî yên DBP’ê Narîn Gezgor, endama Meclisa Partiyê ya DBP’ê Zeynep Kaya, Hevseroka DBP’a Îdirê Kezban Karasu, Hevşaredara Îdirê Nejla Kum jî tev li bûn. Atolye, weke pirs û bersivan hat lidarxistin.    Narîn Gezgorê di atolyeyê de wiha got: “Weke jinên têkoşîna azadiya jinê dimeşînin, em dixwazin zilaman biguherînin. Di demên berê de jin navenda jiyanê bûn. Zilaman nêçîrvanî dikir û jinan jî çandinî. Her tiştek di destê jinan de bû. Piştî dewlet derketin holê, ev jiyan hate xerakirin.”