Li Manîsayê 2 kes ji ber şewatan hatin girtin 2025-08-13 13:33:48   ÎZMÎR - Qismekê şewatên li navçeyên Alîaga û Bucayê yên Îzmîrê û ya li navçeya Somayê ya Manîsayê hatin kontrolkirin. Ji ber şewatê 2 kes hatin girtin.    Wezîrê Çandinî û Daristanan Îbrahîm Yumakli, têkildarî şewatên li navçeya Somayê ya Manîsayê û navçeyên Alîaga û Bucayê yên Îzmîrê li ser hesaba xwe ya medyaya dijîtal daxuyanî da.    Yumakli, got ku şewata li navçeya Bucayê ku ji ber minîbûsê derketibû, bi mudaxileya hewayî û bejahî hatiye kontrokirin. Yumakli, got ku ajokarê wesayîtê, xwediyê wê û kesê tamîr dikir jî hatine binçavkirin.    Mudaxileya ji bo vemirandina şewata li navçeya Alîagayê jî berdewam in.    LI MANÎSAYÊ 2 KES HATIN GIRTIN   Şewata duh li nêzî Taxa Turgutalp a li navçeya Soma ya Manîsayê derketî jî bi mudaxileya bi şev û rojê hate kontrolkirin. Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Somayê de 3 kesên li nêzî daristanê bi makîneya spîralê hesin dibirîn û bûn sedema şewatê jî hatin binçavkirin. Ji binçavkiriyan 2 jê hatin girtin û îfadeyên kesekî jî didome.