Xetere li ser serweriya Ermenistanê çêkirin: Dibe ku demografya biguhere 2025-08-11 10:44:16 WAN - Serokê Giştî yê Partiya Ewropayê ya Ermenistanê Tîgran Khzmalyan bertek nîşanî peymana korîdorê da û got: “Ev peyman, xetereyê li ser serweriya Ermenistanê çêdike. Dibe ku rewşa siyasî, jeopolîtîk, aborî û demografyayê ya herêmê biguherîne.”   Di navbera Ermenistan û Azerbaycanê de nêzî 40 sal in ji ber Qerebaxê şer heye û di 8’ê Tebaxê de li Washingtonê bi navbeynkariya Serokê DYA’yê Donald Trump di navbera her du welatan de peymanek hate mohrkirin. Her du welat heta niha gelek caran bi navbeynkariya Moskovê civiyan lêbelê di mijara Korîdora Zengezurê ku Azerbaycan û Nahçivanê girêdayî hev dike û Qerebaxê de lihev nekiribûn.    ZENGEZUR HETA 99 SALAN A DYA’YÊ YE    Di hevdîtina li Washingtonê de hem peymana aştiyê hem jî peymaneke ku Korîdora Zengezurê vediguherîne bihurekek transît ku dê bandoreke mezin li Qefqasyaya Başûr bike, derket. Korîdor, ji Nahçivana ku sînorê wê bi Tirkiyeyê re heye û girêdayî Azerbaycanê ye derdikeve, li başûrê Ermenistanê ser Zengezurê derbas dibe û vê herêmê girêdayî Bakuyê dike. Bi peymana dawî re Zengezur êdî weke “Ji bo Aştî û Refaha Navneteweyî Rêgeha Trump” an jî bi kurtasî TRIPP hate navkirin.    Ev demekî dirêj bû ku Bakuyê daxwaza vê korîdorê dikir. Trump, got ku Azerbaycan dikare xwe bigihîne xaka xwe Komara Xweser a Nahçivanê lê “divê rêzê ji mafên serweriyê yên Ermenistanê re bigire.” Ev herêm, ji hêla çavkaniyan ve herêmeke dewlemend û stratejîk e û mafê pêşxistina vê korîdorê dê aydê DYA’yê bin.    ÎRAN Û ERMENISTANÊ BERTEK NÎŞAN DA    Piştî peymanê, Îranê bi daxuyaniyekê got: “Qefqasyaya Başûr ne bêxwedî ye ku Trump bikare ji xwe re kirê bike. Ev bihurek ne milkê wî ye, dê ji bo leşkerên wî yên bipereyan bibe goristan.” Muxalefeta Ermenistanê jî bertek nîşan da.    Serokê Giştî yê Partiya Ewropayê ya Ermenistanê Tîgran Khzmalyan têkildarî mijarê ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî.    ‘XETERE LI SER SERWERIYA ERMENISTANÊ ÇÊKIR’    Khzmalyan, diyar kir ku bi vê peymanê re li ser serweriya Ermenistanê û kontrola dewletê ya li ser sînorê başûr ketiye xetereyê û got: “Bi sala ye rageşiyek hebû û bi vî awayî encambûna wê, ji bo me encameke erênî nîne. Ev rageşiyeke pir dirêj a siyasî, dîrokî, olî û şaristaniyê ye. Anku wekî hin kes dibêjin ne rageşiyeke 35 sala ye. Li Herêma Çiyayî ya Qerebaxê ku em jê re dibêjin Artsach, di navbera nifûsa Xiristiyan de rageşiyeke sedsalî ye. Piştî jihevbelavbûna Yekitiya Sovyetan bûbû komar, di dema Sovyetan de xweser bû û Federasyona Rûsyayê di 2023’yan de piştgirî dida nifûsa wê, di êrişa Azerbaycanê de xelkê wê hate sirgunkirin. Piştî van şeran, Donald Trump, Serokwezîrê Ermenistanê Paşînyan û Îlham Aliyev ku 22 sal in dîktatoriyê dike, vexwend. Herêma Nahçivanê û kontrola rêya Sunnî ya li ser sînorê başûrê Ermenistanê da Azerbaycanê. Muxtirayeke ecêb ku hatin û çûna di navbera Azerbaycan û Komara Turk a Asyaya Navîn serbest dike, hêviya Xelata Nobelê ya Aştiyê dide Donald Trump û temînatê dide ku Paşînyan serdemeke din jî li îktîdarê bimîne, hate mohrkirin.”    QIRKIRIN BI BÎR XIST    Khzmalyan, diyar kir ku peymana hatiye îmzekirin ji bo gelê Ermen tevlihev e û biçûk xistiye û wiha pê de çû: “Ji me gelek kesan ne zanî ka çi bû. Ji ber u civaka me bi bîranîna qirkirina 1915’an, piştre bi windahî û têkçûna şerê 2020’ê û piştre jî di sala 2023’yan de bi derketina Ermenan a ji Herêma Çiyayî ya Qerebaxê re travmayeke mezin jiya. Lewma niha serê xelkê tevlihev e û fêm nake ka çi dibe. Hêviya hin kesan ew e ku ev bibe dawiya çîrokê. Ez jî di nav de hinek kes dibêjin ku ev muhtira ji nûwazabûnê dûr e. Ji ber ku xwe naspêre edaletê lê xwe dispêre hêzê.”    DÊ REWŞA ABORÎ Û JEOPOLÎTÎK BIGUHERE     Khzmalyan, diyar kir ku roj bi roj bandora Rusyayê ya li herêmê zeîf dibe û ev tiştekî baş e û got: “Piştî 200 salan belkî cara ewil e Rus, tev li guherîna jeopolîtîk a hêzê ya girîng nebûn. Amerîkayiyan çima mudaxile kir? Heta astekî ji ber çavsoriya Donald Trump bû. Heta niha ji bo sekinandina şeran tu hewldaneke Trump bi ser neketiye. Helbet di navbera Ermenistan û Azerbaycanê de niha şer tune ye. Lê Ermenistanê hewl dida li vê herêma tevlihev hevsengiyekê ava bike. Niha ew hevsengî xra bû. Ji ber ku cara ewil e di navbera Azerbaycan û tirkiyeyê de korîdoreke bejahî heye. Ev rewş jî dikare tevahiya rewşa siyasî, jeopolîtîk, aborî û demografyayê biguherîne.”    XETERE    Khzmalyan, got ku ew ê fikra Korîdora Zengezurê ya Aliyev û Erdogan qebûl nekin û got: “Ji ber ku li ser sînorê Ermenistan û Îranê kontroleke derî sînor dixwazin. Heta astekê karîn vê fikrê bifiroşin Trump. Ji ber ku mîna Netanyahuyê Îsraîlê, hin hêzên din ên xeyala wan ew e ku têkiliya Îranê ya bi rêyên bakur re qut bikin jî hene. Nebawerim Ewropayî bi temamî tev li vê fikrê bibin. Di esasê xwe de li gorî min Ermenistanê serweriya xwe û kontrola dewletê ya li ser sînorê başûr xist xetereyê. Û ev jî bi zexta DYA, Tirkiye, Îsraîl û Azerbaycanê pêk hat.”    ASTENGIYA DI NAVBERA HER DU WELATAN DE RABÛ    Khzmalyan, got ku nêzî 100 sal in Ermenistan di navbera Tirkiye û komarên Tirk ên li Asyaya Navîn astengiyek bû û got: “Niha Tirkiye wisa difikire ku dê bi rêya vê korîdorê dahatên mezin û karekî mezin jê bike. Em ê bibînin ka ev yek dê bandoreke çawa li ser serweriya Ermenistanê û hevsengiya li herêmê bike. Bi vê hevkariyê re her wiha sûcên bi dehan, bi sedan sala ye li dijî Ermen, Rum, Suryan, Kurd, Êzidî û gelek miletên din hatine kirin jî rewa dike.”    PÊŞEROJ NEDIYAR E   Khzmalyan, anî ziman ku peyman di halê hazir de ji bo Tirkiye û Azerbaycanê weke serkeftin xuya dike û axaftina xwe wiha qedand: “Pêşeroja Ermenên ku ji bo serwerî, azadî û serxwebûna xwe şer dikin, pêşeroja Ermen, Kurd û miletên din ên li herêmê nediyar e. Li gorî min lîstika mezin xelas nebûye lê têkoşîna li dijî vê didome.”    MA / Adnan Bîlen - Hîvda Çelebî