Ermenistan û Azerbaycan dê peymanê mohr bikin 2025-08-08 11:29:21 NAVENDA NÛÇEYAN - Serokê DYA’yê Trump ragihand ku dê li Qesra Spî di navbera Îlham Aliyev û Nîkol Paşînyan de peymana aştiyê were mohrkirin. Trump, got ku dê peymanên aboriyê jî bên îmzekirin.    Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Donald Trump, ragihand ku pêvajoya aştiyê ya ji bo bidawîkirina rageşiya di navbera Azerbaycan û Ermenistanê de derbasî qonaxeke girîng bûye. Trump, da zanîn ku dê Serokkomarê Azerbaycanê Îlham Aliyev û Serokwezîrê Ermenistanê Nîkol Paşînyan li Qesra Spî bibin mêvanên wî.    Tê payin ku di navbera her du aliyan de li Qesra Spî peymanek were îmzekirin. Trump, li ser hesaba xwe ya medyaya dijîtal a Truth Socialê diyar kir ku ew bi kelecaneke mezin li benda lûtkeya aştiyê ye û got: “Ev ne tenê ji bo Ermenistan û Azerbaycanê, ji bo tevahiya dinyayê dê bibe rojeke dîrokî.”    PEYMANÊN ABIROYÊ DI ROJEVÊ DE NE      Trump, got ku ji ber navbeynkariya xwe ya di pevçûnên navneteweyî de Xelata Aştiyê ya Nobelê heq dike û got: “Washington, ji bo potansiyela li herêmên Kafkasyaya Başûr û firsendên aboriyê derxe holê dê bi her du welatan re peymanan îmze bike.”    Li gorî rayedarên ji Associated Pressê (AP) re axivîn, peymana tê mohrkirin dê maf bide DYA’yê ku korîdorê pêş bixe û ji bo Aştî û Refaha Navneteweyî navê Rêgeha Trump lê were kirin. Bi vê korîdorê re dê Azerbaycanê bi 32 km xaka Ermenistanê û herêma Nahçivanê re girê bide.    PEYMANA KORÎDORÊ     Li gorî nûçeya Guardianê, tê payin ku di vê korîdora transît de xeteke rêhesin, xetên petrol û gazê û xeta fîberê bên çêkirin û destûr were dayin ku mal û mirov rehet tevbigerin. Li gorî peymanê, ji bo avakirina korîdorê dê DYA pereyan nede û şîrketên taybet dê vê korîdorê pêş bixin.    Rageşiya piştî êrişa Azerbaycanê ya di sala 2023’yan a li dijî Qerebaxê di navbera Azerbaycan û Ermenistanê de dest pê kirî û bûye sedema koçberiya zêdetirî 100 hezar Ermenan, didome. Her du welatan mehek berê ji bo çareseriyê li Mîrîtiyên Ereb ên Yekbûyî civiya bûn lê pêşketinek çênebûbû.