Ji bo taziyeya Karagol û Aydogmûş serdana girseyî 2025-08-03 16:43:57   ŞIRNEX - Li navçeya Hezex a Şirnexê taziyeya ku ji bo endamên HPG'ê Murat Karagol û Mehmet Saît Aydogmûş ku hat ragihandin ku di pevçûnan de jiyana xwe ji dest dane hatibû avakirin bi girseyî hat ziyaretkirin.   Li navçeya Hezex a Şirnexê ji bo endamên HPG'ê Murat Karagol (Yilmaz Şaho) û Mehmet Sait Aydogmûş (Şêrko Ahmet Rapo) ku hat ragihandin di pevçûnên di demên cuda de li herêmên Heftanîn û Zapê yên Herêma Federe ya Kurdistanê qewimîn de jiyana xwe ji dest dan taziye hat danîn. Di pêşengiya Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya Bi Malbatên Ku Hezkiriyên Xwe Winda Kirine re li Bexçeyê Şaristaniyan (MEBYA-DER) ji bo sersaxiyê serdan hat kirin. Di serdanan de Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan, parlamenterên Şirnexê Nevroz Ûysal Aslan, Mehmet Zekî Îrmez, endamên Meclisa Dayikên Aştiyê ya Şirnexê, nûnerên partiyên siyasî û gelek kes amade bûn.   Girseya ku li avahiya navçeyê ya DEM Partî ya Hezex kom bûn, destpêkê ber bi mala sersaxiyê ya ku Taxa Yenî Mahalleyê ji bo Mehmet Sait Aydogmûş ê ku hat ragihandin di 15'ê Tîrmehê de li Zapê di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest dabû meşiyan. Di meşê de dirûşmên "Şehîd namirin" û "Bijî Serok Apo" hatin berzkirin.   'EM Ê WAN JI BÎR NEKIN'    Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan axivî û wiha got: "Wan ji bo jiyaneke bi rûmet canê xwe dan. Ji bo ev şer biqede em têdikoşin. Em wan ji bîr nakin û em ê nehêlin ku bi têkoşîna me ew ji bîr bikin. Em ê aştiyeke bi rûmet diyarî wan bikin. Bi aştiyeke bi rûmet êdî rondikên dayikan naherikin. Me îro gelek hêstir rijandin, serê me bilind bû. Ev bi saya têkoşîna wan e. Ji bo jiyaneke bi rûmet têkoşiyan, her tişt dan aliyekî. Weke jin û ciwanên vî gelî yên li wekheviyê digerin, ji bo qedandina vî şerî em xwe berpirsyar dibînin. Em ê nehêlin ew bên jibîrkirin. Em wan bi dilsoziyek mezin bi bîr tînin. Ev êş wê neyê jibîrkirin. Em îro bi milyonan in."   'TÊKOŞÎNA WAN MÎRATEYA ME YE'    Piştî sersaxiya Aydogmûş, girseya gel ji bo Mûrat Karagol ê di 16'ê Tîrmehê de li Heftanînê di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest da, bi meşekê ber bi mala malbatê ya li Taxa Atakent a navenda navçeyê ve meşiya. Girseya gel bi qîrîna dirûşmên 'Şehîd Namirin' meşiya û bi heman dirûşmê ji aliyê bi hezaran kesên li ser taziyeyê li hev civiyan ve hat pêşwazîkirin. Li vir parlamentera DEM Partiyê ya Şirnexê Newroz Uysal Aslan axivî û diyar kir ku ji bo 4 kesên di pevçûnên hefteya dawî de li Hezex jiyana xwe ji dest dane taziye hatine danîn û got, "Em îro di pêvajoyeke girîng re derbas dibin. Qezençkirina vê pêvajoyê nanê bi hezaran şehîdan e. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan heta roja îro her tim ji bo mafên wekhev gav avêtiye. Her şehîdek barê siyasetê radike. Mîrateya me ye ku em têkoşîna wan biparêzin. Ji bo gelan bi hev re azad û wekhev bijîn canê xwe dan."   Birayê Karagol Omer Karagol axivî û diyar kir ku dê her tim li têkoşîna wan xwedî derkevin û wiha got: "Bijî şehîdên Kurdistanê. Ew şehîdên hemû Kurdistanê ne. Hemû şehîdên Kurdistanê şehîdên me ne, hemû xwîşk û birayên me ne."