DEDAŞ bêyî ku biçe gund ji bo 35 malan di navbera 60 û 450 hezar TL fatûre birî! 2025-08-01 11:52:47 ŞIRNEX – Komên DEDAŞ’ê, bêyî ku biçin du gundên Şirnexê û îndeksa jimêreka ceyranê binerin li 35 malan di navbera 60 û 450 hezar TL fatûreya ceyranê birîn.   Di 7’ê Tîrmehê de Şîrketa Belavkirina Elektrîkê ya Dîcleyê (DEDAŞ) tevî cendirmeyan bi îdiaya ceyrana qaçax avêtibû ser gundê Dehlabî yê Şirnexê û xwestibû ku cezeyeke zêde bibire. Di serdegirtinê de 4 gundî hatibûn binçavkirin û piştre bi kontrola edlî hatibûn berdan. Komên DEDAŞ’ê bêyî ku biçin gundên Delabî û Kanîsorkê li 35 malan di navbera 60 û 450 TL fatûre ji gundiyan re birîn.   ‘DERFETA ME YA DAYÎNÊ NÎN E’   Fatma Guleş a ku 60 hezar TL fatûre jê re hatibû birîn got: “Ji bo me cezayên ewqas zêde birîn. Nehatin li malê me li jimêrekê nenêrîn, çawa cezayên wiha dibirin? Tu pirsgirêk di jimêreka me de nîne ger hebe bila bên cezayên mezin bibirin. Em nikarin van cezayan bidin, derfeta me ya dayînê nîn e. Tenê çêlekek min heye encex ez wê bifroşin. Kurê min dibêje ‘çêleka xwe bigire û bibe DEDAŞ’ê’. Bila ev ceza bên betalkirin. Em vê cezayê qebûl nakin.”   ‘GEL PERÎŞAN KIRIN’   Cemal Guleş ê ku 48 hezar fatûre jê re hatiye birîn got: “Bila ev ceza bên betalkirin. Ji kîjan partiyê dibe bila bibe, divê hemû parlamenter li dijî vê zilmê rawestin. Em jimêrekê nabînin li derve li ser dîrekê ye. Nehatine vir û fatûre birine. Berê ji me re dora 400-500 TL fatûre dihat, vê mehê 48 hezar hatiye. Ev ceza bi kêfî hatine birîn. Gel perîşan kirine.”    ‘CEZA BI AWAYEKE NEHEQÎ HATINE BİRÎN’   Umut Kulan, ev tişt got: “Di 7’ê Tîrmehê de di navbera xebatkarên DEDAŞ û gundiyan de rageşî çêbû. Pişt re DEDAŞ’ê ji hemû gundiyan re fatûreyên zêde birî. Jimêrekên me li derve li ber derî ne ger bixwazin dikarin bên binerin. Me çend caran daxwazname nivî, me got bên jimêrekan derxin ser dîrekan lêbelê nehatin. Ev ceza bi awayeke neheqî hatine birîn. Li gund rewşa gundiyan ne baş e kes nikare van cezayan bide. Bila ev ceza bên betalkirin.”   MA / Emrullah Acar