Di Mîhrîcana Mûnzûrê de mijara ekolojiyê hat nîqaşkirin 2025-07-27 16:01:43   DÊRSIM - Di Mîhrîcana Mûnzûrê de di axaftinên li panelên bi sernavê "Maden, talankirina hawirdorê" û "Hilweşandina ekolojîk" de peyama têkoşîn û berxwedana topyekûn a li dijî wêrankirina xwezayê hat dayîn.     Li Dêrsimê 23'emîn Mihrîcana Çand û Xwezayê ya Mûnzûrê ku bi dirûşmeya "Dêrsîm jiyan e; Dest nede xweza, vîn, ziman û baweriya min" di roja xwe ya dawî de bi çalakiyên cuda li Kolana Hunerê dewam dike. Roja dawî ya mîhrîcanê bi panela bi sernavê "Maden, talankirina hawirdorê" dest pê kir. Di panelê de ku bi moderatoriya Hasan Şen ji Desteya Parastina Mûnzûrê pêk hat, di panelê de endamê Komeleya Hawirdorê ya Mûnzûrê Hatûn Esen, Alîkarê Serokê Giştî yê Partiya Kedê Sedat Başkavak û ji Navenda Mafên Mirovan a Baroya Stenbolê Ûmût Altaş axaftin hatin kirin.   Ûmût Altaş destpêkê axivî, qezaya madenê ya di 13'ê Sibata 2024'an de li navçeya Licik a Erzînganê rû da û rê li ber mirina 9 karkeran vekir, bibîr xist. Altaş diyar kir ku 9 can ji ber berjewendiyê li ber çavbirçîtiya karsazan jiyana xwe ji dest dane û got, "Yekitiya Odeyên Endezyar û Mîmaran got, 'Ev der ji xwe karesatek e'. Bi salan e dibêjin, 'Bi nêrîna Firatê kaneke zêr nabe'. Karesateke gav bi gav pêk hatiye. Kana zêr a Lîcîkê hate girtin, 9 kes mirin û tişta destpêkê ya ji bo malbatên 9 kesan hate kirin ew bû ku 'pereyê xwînê' bidin. Bi baweriya ku ew ê bêyî hikum encamê bi dest nexînin, beşeke mezin a malbatan qebûl kirin. Tenê 2 malbatan danişîna 3'emîn a dozê şopandin ku wê 2'yê Îlonê pêk were. Gelê Licikê got, 'Ji bilî vê ti çare ji me re nehiştine. Me dixin goristanekê; An hûn ê di kana zêr de bixebitin an jî şensekî we yê din nîne' Piştî karesateke bi vî rengî gelê Licikê çû li madenên din jî bixebite."   Altaş bi bîr xist ku bersûc ji ber sûcên 'bi nelirêtiyê zerardane hawirdorê' û 'bi nelirêtiyê rê li ber mirinê vekirine' tên darizandin û destnîşan kir ku hê jî aliyên berpirsyar nayên zanîn. Altaş ji bo rûniştina sêyemîn a dozê, ku wê di 2'ê Îlonê de pêk were, banga tevlîbûnê kir.   'JI HIQÛQA DAGIRKERIYÊ RE NA'    Hatûn Esen pirsgirêkên ku 'Qanûna Madenê' wê bîne civakê jî rêz kir. Hatûn Esen diyar kir ku li gelemperiya welêt pirsgirêka madenê heye û wiha got: "Piştî ku madenên ji aliyê xwediyên sermayeyê ve hatin derxistin, sergo ji me re hiştin. Çalên mezin, bermayiyên toksîk... Ev mayin ji ber ku li cihên bilind bi cih bûne, avê me jehrî dikin. Em dizanin ku kana Lîcîkê çiqas zirar daye Firatê. Em her tim li gel xwezaya xwe di bin zextan de ne, bi polîtîkayên bi armanca îmhayê re rû bi rû ne."   QANÛNA MADENÊ    Sedat Başkavak anî ziman ku AKP'ê Qanûna Madenê bi Bernameya Serdema Navîn re xistiye dewrê û got, "Qanûna Madenê xistine dewrê û weke 'madenkarî xizmetê ji berjewendiya gel re dike' pêşkêşî me kirine. Dema ku em vê yekê di çarçoveya qanûnekê de dibêjin, dema em îdîa dikin ku di operasyonên madenê de yan jî di texrîbata destpêkê ya xwezayê de 'eleqeya gel nîne' û li dijî vê yekê îtiraz dikin, niha jî dibêjin, 'qanûnek heye, ev berjewendiya gel e'. Em bi rewşeke welê re rû bi rû ne ku çeka me ya destpêkê ji me stendine. Ji bo mafdariya Qanûna Madenê tiştekî bi navê misogeriya razemeniyê di nav xwe de dihewînin. Divê tekelên madenê bibin xwedî garantiyek, garantiya hikûmetê. Her wiha wê daristanan bidin Midûriyeta Giştî ya Karên Maden û Petrolê." Başkavak xwest li hemberî talankirina xwezayê têkoyîneke polîtîk bê meşandin.   Piştî nîqaşan rûniştina duyemîn a bi sernavê 'Hilweşandina Ekolojîk' pêk hat. Di rûniştina bi moderatoriya Nûnera Meclisa Jinan a Federasyona Komeleyên Dêrsimê (DEDEF) Gamze Yentur pêk hat de, ji Yekîtiya Odeyên Endezyar û Mîmaran (TMMOB) Dêrsim Gul û ji Kolektîfa Polen Ekolojiyê Endezyarê Çandiniyê Umut Şener axivîn.