ROJEVA 26'Ê TÎRMEHA 2025'AN 2025-07-26 09:00:07 * Rêvebirên Amedsporê bang li alîgiran kirin ku "Formayên resen ên Amedsporê bikirin".     * Hevberdevkê Însiyatîfa Yekîtiya Demokratîk Mehmet Kamaç diyar kir ku yekîtiya neteweyî ya di navbera kurdan de dê pêvajoyê ber bi serkeftinê ve bibe û ew ê bêwestan ji bo yekîtiyê bixebitin.     * Hevserokê Giştî yê KESK'ê Ahmet Karagoz ku şewata li navçeya Seyitgaziyê lêkolîn kir, diyar kir ku Tolûnay Kocaman ku 45 roj berê dest bi kar kiriye, bêyî ku perwerdehiya ewlehiya kar bibîne, şandine cihê şewatê.     * Li Qersê ku çavkaniyên sereke yên debarê çandinî û sewalvanî ye, amadekariyên zivistanê didomin. Welatî ji aliyakî ve kilamên xwe dibêjin ji aliyê din ve jş bi tirpanê giha berhev dikin.     * Mehdî Ozdemîr, parêzerê girtiyê nexweş ê Hadî Elçîçek ê jiyana xwe ji dest da, diyar kir ku girtina muwekîlê wî tevî raporan û paşxistina înfazê ku pêvajoyê dirêj kirin, îhtîmala başbûnê ji holê rakirine û got: "Ev ne înfaz e,  biryara mirinê ye."     * Însiyatîfa Yekîtiya Demokratîk dê li navçeya Bazîdê ya Agiriyê bi dirûşma "Ji bo yekitiyê ber bi aştiyê ve " konferansek bi sernavê "Girîngiya Yekîtiya Neteweyî ya Kurd" li dar bixe. (10:00)     * Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), rêxistinên ekolojîst û hiqûqî dê li Geliyê Zîlanê daxuyaniyekê bidin. (11:00)     * Dayikên Şemiyê, ji bo çarenûsa xizmên xwe yên di binçavan de winda kirine û darizandina sûcdaran dê çalakiya heftane ya 1061’emîn li Qada Galatasarayê li dar bixin. (12:00)     * Çalakiya "Bila winda bê dîtin, Sûcdar bê darizandin" dê li Amed û Êlihê bê lidarxistin. (12:00)     * 696’emîn "Rûniştina F" ku ji aliyê İHD’ê ve her hefte ji bo balkişandina ser rewşa girtiyên nexweş tê lidarxistin, dê li ber avahiya komeleyê ya li Beyogluyê bê lidarxistin. (13:30)     * Însiyatîfa Azadiya Girtiyên Nexweş, dê di çalakiya xwe ya hefteya 568’emîn de li Kolana Sakarya daxuyaniyê bide. (13:30)