Bibîranîna 33 ‘Rêwiyên Xeyalan’: Divê hevrûbûn çêbe, kiryar bên darizandin 2025-07-20 11:56:20   RIHA - Kesên ku di Komkujiya Pirsûsê de jiyana xwe ji dest dane, li ber Navenda Çandê ya Amarayê hatin bibîranîn. Di axaftinên merasîma bibîranînê de banga hevrûbûnê hate kirin, daxwaza darizandina kiryaran hat xwestin.   33 ciwanên ku di 20'ê Tîrmeha 2015'an de li navçeya Pirsûs a Rihayê di êrişa DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest dan, li baxçeyê Navenda Çandê ya Amarayê ku lê hatibûn qetilkirin, hatin bibîranîn. Bîranîn, bi pêşengiya Platfirma Edalet Ji Bo Pirsûsê tê lidarxistin. Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari, Cîgira Hevserokatiya Giştî ya Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) Beycan Taşkiran, Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF) Berfîn Polat û gelek nûnerên rêxistina civaka sivîl û partiyên siyasî beşdar bûn.    ‘BANGA HEVRÛBÛNÊ’   Girseya ku li pêşiya avahiya Rêxistina DEM Partiyê ya Navçeyê civîyan, bi pankarta “Dê tu xeyal nîvco nemine” ve ber bi Navenda Çandê ya Amarayê ve meşiyan. Di meşê de bi berdewamî dirûşmên “Ji Arînê ta Sîbelê em ber bi serketinê ve dimeşin”, “Kurdistanê bibe goristana faşîzmê” hatin berzkirin û bernameya bibîanînê bi deqeyeke rêzgirtinê ve dest pê kir.    Hevseroka DEM Partiyê yê Bajêr Ayşe Surucu, got: “Ciwanan xwestin din ava Kurdistan û Tirkiyeye de bibin pireya xûşk û biratiyê. DAIŞ hate têkbirin û bi pêşengiya jinan ve modeleke ku bo cîhanê bÛ mînak derkete holê. Em ên hatine qetilkirin bi rêzdarî bibîr tînin.”   Efe Çatalbaş ê ku bibirîndarî ji qetlîamê xilas bû, ev tişt got: “Êşa me jî wek hêrsa me nû ye. Me ji xûşk û biratiya gelan bawer kir û loma em li vir bûn. Em dîsa li vir in. Qetlîam jî çêbin, hefs û îşkence jî hebin em ê dîsa li vir bin.” Dayika Aştiyê Meyaser Korkmaz, got: “Bila êdî aştî were. Em aştiyê dixwazin.”   Serokê Baroyê Abdullah Oncel, daxwaza darizandina rayadarên dewletê yên ku bûne sebebê qetlîamê û avakirina “Komîsyona Hevrûbûna bi Heqîqetê re” kir û wiha axivî: “Xeyalên zarokên Kobanê nîvco man. Ev 10 sal in me gelek hewldan kirin ji bo derketine heqîqê. Lêbelê gaveke jî pêşveçûn tune. Di vê pêvajoyê banga me ya ji bo partiyên siyasî; bil abi heqîqetê re hevrûbûn çêbe.”    ‘TEKOŞÎN DIDOME’   Endama MYK a SDGF’ê Senem Nûr Pektaşê, destnîşan kir ku ciwanên hatin qetilkirin ji bo piştevaniya bi gelê Kurd re hatin vir û ev tişt got: “Ji gelek bajarên Tirkiyeyê û yên Kurdistanê em hatin vir. Amara ji bo me rawestgeh bû. Dewletê ji me 33 kes qetil kir û xwest peyamekî bide me. Xwestin peyamê bidin kesên ku bi Kurdan re dibin piştevan. Ev 10 sal in me peyam girt û em li vir in. Em têdikoşin. Me can da lê me dev ji têkoşîna xwe berneda.”   Hevserokê Giştî yê SYKP’ê Mercan Tîtîz, got: “Me duh salvegera 13’yemîn a Şoreşa Rojeva pîroz kir. Çawa ku Rojava û Kobanê têkneçûn dê têkoşîna me ya li vir jî têk neçe.”     Hevseroka ESP’ê Sezîn Ûçar, got: “Rexmê hemû tundî û zordestiyan em ji bo edaletê têdikoşin. Bila kiryarên Pirsûsê bên darizandin.”     Berfirehiya nûçeyê tê...