Di ser Komkujiya Zîlanê de 95 sal derbas bûn 2025-07-12 12:34:53   WAN – Di ser Komkujiya Geliyê Zîlanê de 95 sal derbas bûn. Nivîskar Sadik Varlî, got: “Têkoşîna 40 salan a ku li dijî komkujiyan ji bo bi serketinê ve tacîdar bibe xwe amade dike.”   95 sal di ser Komkujiya Geliyê Zîlan re derbas bûn, ku yek ji mezintirîn komkujiyên li dijî Kurdan e. Di 12-13’yê Tîrmeha 1930’an de li navçeya Erdîş a Wanê li Geliyê Zîlan de bi deh hezaran Kurd hatin qetilkirin. Tevî gundên Hesenebdal, Exs, Kelle, Qizil Kilîse, Zorova, Binesî, Bunizî, Pelex û Kerxê 44 gund hatin şewitandin û welatiyên ku ji kokujiyê xilas bûn, hatin sirgûnkirin.   44 GUND HATIN ŞEWITANDIN   Piştî serhildana Biroyê Heskî Têlî ya di sala 1926’an a li Çiyayê Agirî, Tevgera Xoybûn a ku li Lubnanê hatibû damezirandin di sala 1929’an de beşdarî serhildanê dibe.   Xoybûn, Seyîd Resûl ê ku endamekî eşîra Berzencî ye, şand Geliyê Zîlanê da ku serhildêrên bê rêxistinbûyî şer dikin bicivîne. Seyîd Resûl û komeke ji 400 kesan pêk dihat Erdîş dorpêç kirin. Piştî şerên dirêj, serhildêr paşve vekişiyan û derbasî Îranê bûn. Piştî vê yekê, Derwîş Bey, fermandarekî ku li Erdîşê hatibû tayînkirin, yekîneya xwe girt û Geliyê Zîlan dorpêç kir. 44 gundên herêma Zîlanê, ji aliyê leşkeran ve hatin şewitandin. Piştî şewitandina gundan, bi hezaran kes bi çekan ve hatin qirkirin. Yên sax man hatin sirgûnkirin. Sewal û milkên din ên gundiyan hatin desteserkirin.   Gundiyên ku di bin cenazeyan de sax man an jî reviyan, neçar man ku ji bo demên dirêj sirgûn bijîn. Her çend hejmara kesên ku di Komkujiya Zîlanê de hatine kuştin 15,000 be destnîşankirin jî, şahidên wê demê û hin çavkaniyên din destnîşan dikin ku hejmara rastîn ji 40 hezarî zêdetir e.   BI HEZARAN WELATÎ HATIN QETILKIRIN   Nivîskar Mehmet Sadik Varlî yê ku li ser Komkujiya Zîlanê lêkolîn kiriye û bi 200 kesan re hevpeyvîn kiriye, bi munasebeta salvegera komkujiyê axivî. Varlî, der heqê sedemên komkujiya Zîlanê de ev tişt got: "Zilamekî bi navê Dervîş Bey wekî fermandar anîn Erdîşê. Dervîş Bey li sê cihan bi cih bû û li van sê cihan 44 gundên Geliyê Zîlan hene. Agahdar bû ku dê di demek nêzîk de li herêmê operasyoneke mezin bê kirin û helîkopterê bên herêmê. Ji ber vê yekê, wan biryar da ku gundiyên Adax Heyv, Newala Milkê û Newala Fedê, ku li navedên ku hatine destnîşankirin, kom bikin. Bi vî awayî, wan di şeva 12-13’ê Tîrmehê de komkujî pêk anî. Ji kesên ku li wir kom bûne pir hindik ji komkujiyê sax man. Bi hezaran Kurd li sê cihan hatin qetilkirin û pir kêm sax man. Tevî ku ti sûc nekirine jî, gelek kes hatin kuştin. Jin, zarok û kal û pîr rastî komkujiyan hatin."