Kurtulmuş: Xebatên me yên têkildarî komîsyonê ber bi dawiyê ve ne 2025-07-11 16:50:29 ENQERE - Serokê Meclisê Nûman Kurtulmuş piştî merasîma îmhakirina çekan a PKK’ê axivî û got ku xebatên wan ên ji bo avakirina komîsyona li Meclisê li ber dawiyê ne.  Serokê Meclisê Nûman Kurtulmuş ji bo çendek hevdîtinan çû Bosna-Hersekê. Kurtulmuş, têkildarî merasîma îmhakirina çekan a PKK’ê axivî û got ku pêvajo wekî hatiye plankirin pêş dikeve. Kurtulmuş, got: “Her tişt bi niyetekê baş pêş dikeve. Ez bang li her kesî dikim ku piştgiriyê bidin pêvajoyê.”    Kurtulmuş, têkildarî komîsyona li bendê ye li Meclisê were avakirin jî ev tişt anî ziman: "Xebatên me yên ji bo komîsyonê êdî ber bi dawiyê ve ne. Pêvajo, ji hêla Meclisê ve ji nêz ve tê şopandin. Em ê tespît bikin bê ka ji ewil dê kîjan mijar bên destgirtin. Yek ji meseleya esasî ya komîsyonê, berdana çekan û şopandina pêvajoya fesixkirinê ye.”