Li Girê Spî hêzên paramîlîter bi hev ketin: Kesek mir, 4 kes birîndar bûn 2025-07-09 20:04:40   NAVENDA NÛÇEYAN - Di pevçûna di navbera hêzên paramîlîter n girêdayî Tirkiyeyê ya li Nexweşxaneya Girê Spî dekesek mir û 4 kes jî birîndar bûn.    Li Nexweşxaneya Girê Spî ya di bin dagirkeriya komên paramîlîter ên girêdayî Tirkiyeyê de pevçûn çêbû. Di pevçûnê de kesek mir û 4 kes jî birîndar bûn.      Hat destnîşankirin ku di pevçûnê de kesê bi navê Ebû Ayşe hatiye kuştin û kesên bi navê Hisên El Eşheb, Huzeyfa Silêman, Omer El Fedhat û Huzeyfa El Dibis jî, birîndar bûne.   Sedema pevçûnê heta niha nehatiye zanîn.