Şandeya Îmraliyê dê bi Wezîrê Dadê re hevdîtinê bike 2025-07-07 20:15:34   NAVENDA NÛÇEYAN - Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê dê sibe saet di 13.00’ê de bi Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç re hevdîtinê bike.    Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) piştî hevdîtina li Îmraliyê û Serokkomarê AKP’î Recep Tayyîp Erdogan pêk anî dê sibê bi Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç re hevdîtinê bike.    Buroya Çapmeniyê ya DEM Partiyê derbarê hevdîtinê de ev agahî parve kir: “Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê ya ku ji Pervîn Buldan û Mîthat Sancar pêk tê, dê sibe (Sêşem, 8ê Tîrmehê) saet 13:30an de bi Wezîrê Dadê re hevdîtinê bike.”