Ji MYK’a DEM Partiyê civîna awarte 2025-07-06 13:14:36   ENQERE - MYK’a DEM Partiyê ji bo nirxandina geşedanên di rojevê de civîneke awarte li dar xist.    Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), bi Serokatiya Hevserokên Giştî Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan, li Navenda Giştî civîneke awarte li dar xist.    Di civîna MYK’ê de dê “Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk”, operasyona li dijî şaredariyên CHP’ê, hevdîtina ku niha Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê li Îmraliyê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re dike û biryara çekberdanê ya PKK’ê were nîqaşkirin.