Li Wanê dê pêşangeha ‘Hêviya Hunerê’ ya zarokan vebe 2025-07-04 09:02:13   WAN - Komeleya Aryen Hunerê dê li Wanê ji bo pêşandana resmên zarokan dê bi navê "Hêviyên Hunerê" pêşangehekê li dar bixe.      Komeleya Aryen Hunerê ya ku li Wanê xebatên çand û hunerê dike, dê ji bo pêşandana resmên zarokan xêzkirin bi navê “Hêviyên Hunerê” pêşangehekê li dar bixe. Resmên zarokan li gorî cîhana xwe ya xeyalan xêzkirin dê di pêşangehê de bên nîşandan. Pêşangeh, dê di 5-6 Tîrmehê de li pêşangeha resman a Şaredariya Rêya Armûşê bê lidarxistin.    DÊ LI BAJAR XEBATA YEKEMÎN BE     Ji mamosteyên Komeleya Aryen Hunerê Fatma Zozan Bor, hemû welatî vexwend pêşangehê. Fatma Zozan Borê diyar kir ku di demsala havînê de çalakiyên cur be cur armanc dikin û got: “Di kargehên cuda de kesên ku dixwazin xwe pêş bixin em wan perwerde dikin. Qeydên kursên me yên resm, şano û muzîkê niha didomin.”   Fatma Zozan Borê wiha dirêjî da axaftina xwe: "Berê me bi jinan re pêşangeheke resman li dar xist. Niha me bala giraniya xwe da ser xebatên zarokan. Ji bo zarok bi ziman, çand û erdnîgariya xwe lihevhatî bin, me kargeh ava kirin. Dê resmên zarokên beşdarî komuna resmê bûne jî bên pêşandan. Em dixwazin ku hemû zarokên bajêr beşdarî vê pêşangehê bin. Em dixwazin serkeftin û xwebaweriya zarokên ku bi çand û zimanê xwe ve mezin bûne nîşanê civakê bidin."   Fatma Zozan Borê destnîşan kir ku dê cara ewil e li bajêr çalakiyeke wiha li dar bixin û wiha pê de çû: "Dê ji bo me û bajêr bibe tecrubeyeke nû. Em pir bi kelecan in û amedekeriyên xwe dikin. Xebatên ku bi hestiyarî û afirîneriya zarokan hatine afirandin hene. Divê her kes vê bibîne."   Fatma Zozan Borê, diyar kir ku xebatên ji bo zarok û jinan girîng dibînin û ev tişt anî ziman: "Ji bo zarokan qadên çalakiyan pir sînordar in. An tenê bi perwedehiyê ve sînordar e yan wan dixin nava eywanan. Dema em van pêşangehên zarokan li dar dixin em hewl didin ku zarok bi ziman û çanda xwe bixebitin.”   Fatma Zozan Borê, diyar kir ku zarokên bi zimanê xwe nexebitin nikarin çîroka xwe binivisînin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Zarok ji çîroka xwe dûr her tim ji derve tiştekî digrin. Hesta xwebûnê bi her tiştî ve girêdayî ye. Dema cihekî yan çandekî qebûl bike ji wî cihî û ji wê çandê hez dike. Em hewl didin da ku vê xwebûnê ji şîroveya wan re bihêlin. Em hewl didin tiştekî afirîner derxin holê. Divê hunermend bi xwe afirîner be. Kesê ku xwe nizanibe nikare hunereke serkeftî biafirîne. Divê peywendiya zarok û axê hebe û bi vê axê ve hunera xwe biafrîne.”