Du bersûcên zarok neçarî întîharê kirin dîsa nehatin girtin 2025-07-03 16:10:22   WAN - Zaroka bi navê E.A. li Erdîşê rastî tecawizê hatibû û piştre întîhar kiribû. Bersûcên bi navên M.B. û G.Y. ku rê li ber întîhara E.A.’yê vekiribûn dîsa nehatin girtin.    Kesên bi navên M.B. û G.Y. 7 meh berê li navçeya Erdîşê ya Wanê bi rêya şantajê tecawizî zaroka 15 salî E.A. kiribûn û piştre jî neçarî întîharê kiribûn. Danişîna ewil a dozê, li 1’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Erdîşê hat lidarxistin. Bersûc, bi sûcên “îstîsmara zayendî ya li dijî zarokê” û “gef û şantaja li dijî jinê” tên darizandin. Gelek rêxistinên civaka sivîl û jinan jî danişîn şopandin. Parêzerên bersûcan tev li bûn lê bersûc bi xwe tev li nebûn.    BIRYARA ANÎNA BI DARÊ ZORÊ   Piştî tespîtkirina nasnameyê, dayik û bavên mexdûrê gotin ku ew gilîdar in. Dayik û bavên zarokê diyar kirin ku bersûcan bi rêya şantajê tecawizî keça wan kirine, bi rêya şantajê neçarî întîharê kirine û zext li ser şahidan jî heye.    Şandeya dadgehê piştî parastinan biryara xwe da. Şandeyê, biryar da ku rewşa kontrola edlî ya bersûcan bidome, dosya ji pispor re bê şandin û bersûc di danişîna din de bi darê zorê bên amadekirin. Danişîna dozê taloqî 26’ê Îlona 2025’an hate kirin.   ‘ENCAMA PERGALEKE RÊXISTINKIRÎ YE’   Platforma Jinan a Wanê piştî danişînê li pêşiya Edliyeya Wanê daxuyanî da. Ji rêveberiya platformê Ayşe Mînaz metna daxuyaniyê xwend û got: “Zarokeke keç a 15 salî rastî îstîsmara zayendî hatiye, bi dîmenên wê yên tazî gef lê hatiye xwarin, hatiye tirsandin, hatiye bêdengkirin û herî dawî jî neçarî mirinê hatiye kirin. Ev zarok, li şûna edaletê bi şantajê, li şûna parastinê bi zextê re rû bi rû ma. Tirsiya, bêdeng bû û bi tenê hate hiştin. Ev doz ne dozeke îstîsnaî ye. Ev doz, nîşan dide ka ev pergal çawa dixebite. Dibe ku em îro li vir bin lê em dizanin ku li cihên din jin tên kuştin, zarokek din tê îstîsmarkirin û jinek tê bêdengkirin. Êdî cînayetên jinan ne munferîd, encama pergala rêxistinkirî ye.”    ‘NE ÎNTÎHAR LÊ QETLÎAM’   Bi domdarî Ayşe Mînazê anî ziman ku li Kurdistanê tundiya li dijî jinan her ku diçe zêdetir dibe û li ser vê xakê jin hem xetere hem jî bi tena serê xwe berxwedan e. Ayşe Mînaz, wiha domand: “Cînayetên jinan zêde dibin ji ber ku ev pergal tundiya mêr xweyî dike, diparêze û bi nedayina cezayê xelat dike. Ev hevala me ya em îro li vir doza wê dişopînin ne tenê hedef bû. Yek ji wan bi hezaran jina ye ku vê pergalê mafê jiyanê jê re nedaye. Tu mekanîzmayeke ku wê biparêze tune bû. Xizmetên civakî kêm bûn, daraz dereng ma, dibistan bêdeng ma, cîran bêdeng man. Her kesî dît lê tu kesekî nedît. Û em dizanin; ev ne întîhar e, ev qetlîameke jina ye.”    DAXWAZ HATIN AŞKERAKIRIN   Ayşe Mînazê daxuyand ku saziyên dewletê jinan naparêzin, berevajî vê ji bo bêdengkirina jinan dixebitin û qanûnan bicih nayînin. Ayşe Mînazê daxwazên platformê jî wiha rêz kir:   *Di dozên îstîsmara zayendî û tundiyê de bila necezakirin bi dawî bibe.    *Ji bo parastina jin û zarokan bila pergaleke piştevaniyê ya bibandor û zêde were avakirin.    *Bila ne jiyana faîlan, jiyana mexdûran esas were girtin.    *Li her taxê, li her dibistanê û li her saziyê bila ji bo jinan qadên jiyanê yên bi ewle bên avakirin.    *Bila hesab ji zîhniyeta cînayetên jinan weke ‘meseleya navxweyî ya malbatê’ dibîne û tundiya mêr asayî dike ya di nava daraz û hêzên ewlekariyê de were pirsîn.    Daxuyanî, bi dirûşma “Bijî berxwedana Jinan” bi dawî bû.