Di doza tecawiza li dijî zarokê de biryara ‘domandina rewşa girtî’ hat dayin 2025-07-02 14:48:02   RIHA - Di danişîna doza Cûma Kaplanli de ku li Rihayê ji ber sûcê tecawizkirina zarokekê tê darizandin, biryara domandina rewşa girtî hate dayin.    Danişîna doza Cûma Kaplanli (19) ku ji ber sedema di 12’ê Hezîrana 2024’an de li Rihayê zarokek a 13 salî ya Sûriyeyî tecawiz kiriye tê darizandin, li 11’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Rihayê hat lidarxistin.    (https://mezopotamyaajansi43.com/kr/HEM-NCE/content/view/280391)   Parêzerê mexdûrê û endama Komîteya Mafên Zarokan a Baroya Rihayê Berfîn Ugurlar di danişînê de amade bû. Parêzerê bersûc bi rêya SEGBÎS’ê tev li bû. Bersûc Kaplanli, ji Girtîgeha Tîpa T a Osmaniyeyê anîn û li eywanê amade bû.    Li ser daxwaza parêzerê bersûcî, rapora ATK’ê ya têkildarî tespîtkirina temenê zarokê hate xwendin. Di raporê de hate gotin ku temenê zarokê ji 15 saliyê biçûktir e. Dozger, xwest rewşa girtî ya bersûc bidome.    Parêzerê bersûc li dijî rapora ATK’ê îtîraz kir û got: “Her çend temenê wê yê hestî ji 15 saliyê biçûktir jî be, ji temenê xwe mezintir xuya dike. Mexdûrê 4 mehan bûyer bi tu kesekî re parve nekiriye. Dayika wê gilî kiriye. Dibe ku ev bûyer bi kesekê din re jî jiya be. Dibe ku faîlê bûyerê (Cûma Kaplanli) nebe.”    Parêzer Berfîn Ugurlar jî got ku parêzerê bersûc îfadeyên zaroka mexdûr berevajî dike û got: “Parêzerê aliyê din dibêje ku zarokê îfadeyeke ku ‘hesûdî’ kiriye daye. Lê îfadeyeke zarokê ya wiha tune ye. Her wiha got ku temenê zarokê mezin e. Wisa bifikire ku temenê wê 21 e yan jî 50 ye. Ev îstîsmar, tacîz û tecawizê rewa nake. Di danişîna din de em tevî polîsan derketin. Malbata bersûc pirsa me kiriye. Dema em van didin ber çav, em dixwazin rewşa girtî ya bersûc bidome.”    Dadgehê, biryar da ku rewşa girtî ya bersûc bidome. Malbata bersûc piştî biryarê heqaret li parêzera mexdûrê û şandeya dadgehê kir.