Hiqûqnas Yokuş: Pêvajo dê bi temînata qanûnî bi ser bikeve 2025-06-29 09:01:57 STENBOL - Prof. Dr. Sevtap Yokuş diyar kir ku ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê pêvajoyeke girîng e û destnîşan kir ku ji bo serketina pêvajoyê garantiyên qanûnî divê û wiha got: "Zêdebûna hêviyan bi hewldanên me ve girêdayî ye." Piştî banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di 27'ê Sibatê de hat kirin, nîqaş dewam dikin. Piştî bangê PKK'ê agirbest îlan kir û diyar kir ku wê xebatên xwe bisekinînin. Li gel banga Abdullah Ocalan û gavên ku PKK'ê avêtine jî, hikûmet û dewletê heta niha tu gaveke şênber neavêtine.   Di vê çarçoveyê de Abdullah Ocalan pêşniyar kir ku komîsyonek bê avakirin û xwest nîqaş û muzakere li Meclisê bên kirin. Piştre Serokê Partiya Tevgera Neteweperest (MHP) Devlet Bahçelî jî xwest ku li Meclisê komîsyonek bê avakirin. Di vê serdemê de Heyeta Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), ji bo avakirina komîsyonê hem bi Serokê Meclisê Nûman Kûrtûlmûş, hem jî bi partiyên desthilatdar û mûxalîf re hevdîtin kir.     Prof. Dr. Sevtap Yokuş ku li Zanîngeha Altinbaş a Stenbolê di Beşa Hiqûqê ya Destûra Bingehîn de dersê dide, der barê çareseriya destûra bingehîn a pirsgirêka Kurd de nirxandin kir.   ‘GARANTIYA HIQÛQÎ ŞERT E’   Sevtap Yûkûş bal kişand ser girîngiya garantiyên qanûnî yên di vê qonaxa pêvajoyê de destnîşan kir ku divê biryara PKK'ê ya ji bo qedandina têkoşîna çekdarî ya di Kongreya 12’emîn de bi biryarên qanûnî 'tacîdar' bibe. Sevtap Yûkûş got, "Ya herî girîng garantiya destûra bingehîn e, lê belê destûra bingehîn dibe ku di vê dema parçebûn û dijberiyê de li Tirkiyeyê qadeke ku hîn bêhtir hişyariyê dixwaze. Beriya wê, bi rêya qanûnan avêtina gavan dikare pir hêsantir be. Lê belê ji bo ev pêvajo biqede divê hin rêziknameyên qanûnî bên çêkirin û qanûnên heyî jî bên zêdekirin. Weke pisporekî hiqûqê dibêjim ku ev rewşa heyî wê têrê neke. Pêwîste ji bo vê yekê garantîyeke qanûnî bê dayîn. Rêya herî hêsan a vê yekê jî ew e ku bi rêya qanûnan pêvajoyê mayînde bike.”   ‘PEYWIR DIKEVE SER MILÊ MECLISÊ’   Sevtap Yokûş diyar kir ku pêvajo tenê bi rêyên hiqûqî dikare bê ewlekirin û got ku divê di Qanûna Înfazê û Qanûna Têkoşîna li dijî Terorê (TMK) de guhertin bên kirin. Sevtap Yokûş destnîşan kir ku divê ji bo kesên li vê herêmê dixebitin şertên garantîkirinê bên avakirin û bi rêziknameyên cuda pêşketin çêbibe û di heman demê de li aliyekî bi bikaranîna gotina "dê teror biqede" li aliyê din hebûna TMK'ê ve pêşketin zehmet e. Sevtap Yokûş da zanîn ku di mijara TMK'ê de berpirsyariyeke girîng dikeve ser milê meclise û wiha got: "Ji xwe gelek hukmên di hukmê qanûna ceza de hene. Dibe ku hin rêzikên din jî hebin. Bêguman ev yek zêdetir li ser teknîka qanûndanînê ye. Lê divê ev qanûn di ber çavan re bên derbaskirin. Pêwîst e rêziknameyên ku di serdema nû de meseleyan tevlihev dike, ji holê bên rakirin."   DEMA DEMOKRATÎKBÛNÊ YE   Sevtap Yokûş axaftina xwe wiha domand: "Eger meclis gelekî baş bixebite, wê di rastiyê de bingeheke gelekî baş ji bo pêvajoyê hebe. Naxwe wê bi ser nekeve. Ev serdemeke gelekî hêja ye ji bo demokratîkbûyîna Tirkiyeyê. Ji bo ku dewleta hiqûqê were mîsogerkirin qadek hate vekirin. Divê ev pir baş bê nirxandin. Ji bo bilindkirina daxwazên demokratîk hem ji aliyê hikûmetê hem ji aliyê mûxalefetê hem jî ji aliyê rêxistinên civakî yên sivîl ve pêvajoyeke gelekî girîng e."   Sevtap Yokûş li ser banga avakirina komîsyonekê li meclisê diyar kir ku Tirkiye di vê mijarê de xwedî tecrûbe ye, pêvajoya diyalogê ya berê bi bîr xist û wiha got: "Dema ku hemû partiyên siyasî li ser destûra bingehîn a nû dixebitin û li meclisê komîsyona lihevkirinê ya destûra bingehîn hate avakirin, civaka sivîl jî li ser nîqaşên li ser destûra bingehîn a nû ku pêvajoya çareseriyê hedef digire, sekinî. Tirkiye di vî warî de xwedî tecrûbeyekê ye û divê ev kombûn bi awayekî aktîf bê bikaranîn. Di serdema nû de hem ji bo civaka sivîl û hem jî ji bo siyasetê wê sûdewar be ku ji nû ve li hevkirina berê bigerin û bi aliyên xwe yên erênî nûjen bikin. Heta ku ev hemû bi îro ra têkildar bin, dê pêvajo pir hêsantir bibe. Ji ber ku, berevajî beriya niha em îro gihaştine qonaxeke diyar û ji bo bêçekbûyînê gaveke girîng hatiye avêtin. Ya ku divê niha were kirin, temamkirina vê gavê bi qanûnan, hewldanên civakî yên sivîl û tedbîrên demokratîk e."   ‘JI BO HÊVIYAN HEWLDAN DIVÊ’   Sevtap Yokûş ku bal kişand ser girîngiya destûra bingehîn û got, "Pêşgotina destûra bingehîn hînê xwedî cewhereke gelekî îdeolojîk e û Kurdan li derve digire. Divê veguhere destûreke bingehîn a berfireh. Dibe ku di destpêkê de bi muxalefet û beşên din ên civakê re li ser prensîbên bingehîn bigihêjin têgihiştinekê û li gorî wan rêgezan dest bi rêyeke destûrî ya nû bikin. Divê em nîqaş bikin û vebêjin. Ji ber ku vê carê berevajî berê, di mijara civakîbûnê de zehmetî û pirsgirêkên me hene. Ji ber tecrubeyên berê her kes di astekê de bêewlehî heye. Guman pir in. Ji bo van hemû gumanan ji holê rakin, hêviyê mezin bikin û pêvajoyê ber bi alîyekî erênîtir ve bibin. Zêdebûna hêviyan bi hewldanên me ve girêdayî ye.   MA / Yeşîm Tukel