Bi hatina qeyûm re li Qaxizmanê proje hatin sekinandin 2025-06-25 09:01:19 QERS - Hevşaredara Qaxizmanê Guner Hatay ku li şûna wê qeyûm hatiye tayînkirin, diyar kir ku bi qeyûm re projeyên wan ên ji bo rê, av, Bazara Keda Jinê, xebatên kooperatîfê û Mor Kafeyê jî hatine sekinandin.  Di 24’ê Sibatê de li Şaredariya Qaxizman a Qersê ku di destê DEM Partiyê de bû, qeyûm hate tayînkirin. Hinceta tayînkirina qeyûm jî, 6 sal û 3 meh cezayê hefsê yê bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” li hevşaredar Mehmet Alkan hatibû birîn hat nîşandan. Qeyûm, projeyên rêveberiya DEM Partiyê yên têkildarî çareseriya pirsgirêkên civakê jî da sekinandin.    ÊDÎ TÊKETINA ŞAREDARIYÊ ZEHMET BÛ    Hevşaredar Guner Hatay, diyar kir ku piştî tayînkirina qeyûm êdî welatî piştî kontrola nasnameyan dikevin avahiya şaredariyê û got: “Di serdema me de deriyê me nedihat girtin û me li her cure pirsgirêkên welatiyan guhdarî dikir. Niha xelk nikare karên xwe yên biçûk jî bi hêsanî bike.”    PROJE HATIN SEKINANDIN    Guner Hatay, wiha domand: “Av û rê pirsgirêkên navçeyê yên sereke ne. Me jî ji bo çareseriyê proje pêş xistin. Lê qeyûm betal kir. Ji bo çareseriyê em li her derê geriyan. Me li gelek cihan sondaj bi kar anî lê bi qasî me dixwest av nedihat peydakirin. Dê me boru bixistina cihekî bi qasî 10 km’an dûr. Bi hatina qeyûm re ev proje betal bû. Niha ji bo avê tu xebatan nakin. Her wiha projeyên me yên ji bo Bazara Keda Jinê, xebatên kooperatîfan û Mor Kafeyê jî hatin sekinandin.”    Bi domdarî Guner Hatay bal kişand ser pêvajoya heyî û got: “Qeyûm, sepaneke neheq û derhiqûqî ye. Îradeya gel tune dihesibîne. Ji bo ev pêvajoya heyî baş pêş bikeve, divê ev sepan were bidawîkirin. Her wiha divê girtiyên siyasî bên berdan. Ji bo aştî û hizûrê, divê îktîdar gavan biavêje. Ji destpêkê heta niha em di nava gel de ne. Ji bo me meqam, ji bo xizmetê ye. Em ê ji vir û şûnde jî tevî gelê xwe bin.”