Li gundê Êzidiyan dest bi çêkirina qereqolê kirin 2025-06-23 09:02:52 ŞIRNEX - Li gundê Kiwextê yê Êzidiyan qereqol tê avakirin. Ji ber çêkirina qereqolê, darên welatiyan ên li gund tên birîn.  Li gundê Kiwexê yê navçeya Hezexê ya Şirnexê ku gundê Êzidiyan e û tê gotin xwedî dîrokeke 2 hezar û 900 sala ye, dest bi çêkirina qereqolê hate kirin. Ji ber çêkirina qereqolê, darên li ser erdên welatiyan tên birîn. Şêniyên gund diyar kirin ku birîna daran hem zirarê dide xwezayê hem jî civakê. Ev gundê behsa xeberê ku her sal bi hezaran geştyarên herêmî û biyanî tên serdana wê, ji hêla olî û çandî ve ji bo civaka Êzidî girîng e. Îdareya Taybet a Şirnexê ev gund weke qada turîzmê diyar kiribû. Lêbelê piştî destpêkirina çêkirina qereqolê, ev 6 roj in li devera daristanê birîna daran dest pê kir. Tê gotin ku ev dar ji hêla Serokê HUDA-PAR'ê yê Midyadê yê berê Saît Sevîm û endamên Meclisa Şaredariya Hezexê yên AKP'î ve tên birîn.     'LI CIHÊN ME YÊN TAPOKIRÎ BÊYÎ DESTÛRÊ DARAN DIBIRIN'   Tevî nerazîbûna şêniyên gund jî birîna daran didome. Ji şêniyên gund welatiyekî ku ji ber ewlehiyê nexwest navê xwe aşkera bike, wiha got: "Gundê me li ber turîzmê hate vekirin. Rojê belkî bi dehan kes tên serdana gund. lêbelê mixabin ev 6 roj in li gund dar tên birîn. Ev dar jî ji hêla kesê bi navê Saît Sevîmlî ve tê kirin. Ev kes, serokê HUDA-PAR'ê yê Midyadê yê berê ye. Pere daye keyayê gund û ji bo birîna daran kaxiz pê daye îmzekirin. Her wiha tiliya endamên Meclisa Şaredariya Hezexê yên AKP'î jî tê de heye. Divê raya giştîji vê qirkirinê er bibêje bes e."    Şêniyê gund da zanîn ku qadên dar lê tên birîn cihên tapokirî yên welatiyan e û ev tişt anî ziman: "Bêyî destûra me daran dibirin û ev sûc e. Ew gundê Êzidiyan e lewma wiha dikin. Em bang li hemû welatparêzan dikin ku li dijî vê derkevin."    ŞÊNIYÊN GUND BANGA XWEDÎDERKETINÊ KIRIN    Şêniyên gund anîn ziman ku birîna daran a di bin navê avakirina qereqolê de hatiye destpêkirin, hewl didin bi hinceta ewlehiyê rewa bikin. Şêniyên gund bang li her kesî kirin ku deng bidin dengê wan û banga sekinandina birîna daran kirin.    MA / Zeynep Durgut