Selman Gunbat ê HDP’î hate tehliyekirin 2025-06-19 15:09:21   MÊRSÎN - Selman Gunbat ê ku di çarçoveya operasyona li dijî Şaredarê Esenyûrtê Ahmet Ozer de bi hinceta axaftina li ser têlefonê hatibû girtin, tehliye bû.     Di lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê ya der heqê Şaredarê Esenyûrtê ya Stenbolê Ahmet Ozer de li Mêrsîn, Wan û Stenbolê 17 kes di 13’ê Kanûna 2024’an de hatibûn binçavkirin. Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Mêrsînê yê berê Selman Gunbat jî di çarçoveya heman lêpirsînê de di 16’ê Kanûnê de hatibû binçavkirin. Gunbat, ji ber axaftinên li ser telefonê yên bi Ozer re, bi îdiaya "Endamtiya rêxistinê" hatibû girtin. Danişîna ewil a doza Gunbat îro li 2'yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Mêrsînê hat lidarxistin.     Revebirên bajar û navçeyan ên Partiya Wekhevî û Demorasiyê ya Gelen (DEM Partî) û Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Mêrsînê danişîn şopand. Gunbat, diyar kir ku îdia û sûcdariyên li dijî wî hincetên siyasî ne û daxwaza tehliye û beraeta xwe kir.    Dadgehê biryara tehliyeya Gunbat da û danişîn taloq kir.