Êrişên Îsraîl û Îranê yên li dijî hev didomin 2025-06-18 10:08:45 NAVENDA NÛÇEYAN - Şerê di navbera Îsraîl û Îranê de di roja 6’emîn de berdewam dike.    Şerê Îsraîl û Îranê ku di 13’ê Hezîranê de bi êrişên Îsraîlê dest pê kir, di roja 6’emîn bi êrişên her du aliyan didome. Artêşa Îsraîlê îdia kir ku li dijî hedefên leşkerî yên li Îranê êrişên hewayî pêk aniye. Di daxuyaniya li ser Telegramê de hate gotin ku zêdetirî 50 balafirên şer ên Îsraîlê li dijî tesîsên “santrîfuj” û hilberandina çekan êrişên hewayî pêk anîne.    Yek ji cihên din ên bûne hedefa êrişên Îsraîlê jî Zanîngeha Îmam Huseyîn a li bakurêrojhilatê Tehranê ku girêdayî Artêşa Muhafizên Şoreşê bû. Girên li bakurêrojhilatê Tehranê û rafîneriyên petrolê jî bûn hedefa êrişên Îsraîlê.    Êrişên artêşa Îsraîlê yên li dijî gelek herêmên paytext Tehranê, heta serê sibehê berdewam kirin.    Îranê jî di saetên serê sibehê de êrişî gelek deverên Îsraîlê kir. Radyoya artêşa Îsraîlê di nûçeya xwe de ragihand ku çendek fuzeyên Îranê li Îsraîlê ketine. Di nûçeyê de nehat gotin ka fûze li ku ketine. Rojnameya Îsrael Hayomê jî ragihand ku herî kêm du fuze li herêma Şaronê ya di navbera Quds û Tel Avîvê de ketine. Di nûçeya Kanal 12'ê de jî hate gotin ku di encama êrişên Îranê de di avahiyekî de xesar çêbûye û komên agirkujiyê mudaxileyî 20 wesayîtên agir vêketî kirine. Di nûçeyê de hate gotin ku li herêma bakur parçeyên fuzeyê ketine ser avahiyekî û li hin cihên vekirî jî ji ber parçeyên fuzeyan şewat derketine.    Artêşa Muhafizên Şoreşê ya Îranê jî bi daxuyaniyekê ragihand ku di êrişên li dijî Îsraîlê de fuzeyên hîpersonîk ên Fettahê bi kar anîne. Li gorî nûçeya IRNA’yê; Artêşa Muhafizên Şoreşê wiha got: “Bi bikaranîna fuzeyên Fettahê re pêla 11’emîn a Tevgera Sadik Vaat 3 hate cîbicîkirin. Êrişa bi fuzeyên Fettahê re peyama otorîteya Îranê ji Tel Avîvê re hatiye şandin. Vê êrişa bi fuzeyan a îşev nîşan da ku li ser asîmanê xaka dagirkirî kontrola me tam e û li dijî êrişên bi fuzeyan ên Îranê bi temamî bêparastin in.”