Li Şirnexê 6 herêm hatin qedexekirin 2025-06-17 09:51:32   ŞIRNEX - Walîtiya Şirnexê li navçeya Elkê 6 herêm weke “herêma ewlehiya taybet a demkî” ragihand.    Walîtiya Şirnexê li navçeya Elkê 6 herêm weke “Herêma ewlehiya taybet a demkî” ragihand û têketin û derketina van herêman li welatiyan qedexe kir. Walîtiyê bang kir ku tu kes bêyî destûrê neçe van herêman. Herêmên hatine qedexekirin ev in: Berê Derya, Mehrê, Textereş, Husrevpaşa, Suhurpaşayayla û Kato Jîrka.    Qedexe dê heta 19’ê Hezîranê bidome.