Îsraîlê êrişê Îranê kir: Serfermandarê Giştî Bakirî hate kuştin 2025-06-13 08:19:01 NAVENDA NÛÇEYAN - Îsraîlê li dijî Îranê êrişeke berfireh da destpêkirin. Medyaya Îranê, ragihand ku Serfermandarê Giştî yê Artêşê Muhammed Bakirî jî i nav de gelek kesan di êrişê de jiyana xwe ji dest dane.   Artêşa Îsraîlê ragihand ku wan bi îdiaya “pêşîlêgirtina hilberandina çekên nukleerî” li dijî Îranê bi navê “Şêrê Bilind Dibe” operasyona leşkerî daye destpêkirin. Artêşa Îsraîlê bi daxuyaniyekê ragihand ku bi dehan balafirên şer êrişî Îranê kirine.    Di qonaxa ewil a êrişê de tesîsa dewlemendkirina uranyumê ya Natanzê ku li navenda Îranê ye jî di nav de, gelek tesîsên nukleerî û leşkerî hedef hatin girtin. Artêşa Îsraîlê got: “Hedefên nukleerî yên li herêmên cuda yên Îranê jî di nav de gelek noqteyên leşkerî hedef hatin girtin û qonaxa ewil temam bû.”    LI TEHRANÊ TEQÎNEKE MEZIN    Li navenda Tehranê jî dengê herî kêm 4 teqînên mezin hate bihîstin. Medyaya Îranê ragihand ku êriş li dijî rojavayê Tehranê hatiye kirin. Ajansa Nûçeyan a Fermî ya Îranê IRNA’yê di nûçeya xwe ya têkildarî dengê teqînê de got ku bi taybet deng ji aliyê rojhilat, rojava û navendê tê.    Televîzyona dewleta Îranê ragihand ku li gorî agahiyên destpêkê, di encama êrişên Îsraîlê yên li dijî Tehranê de herî kêm 5 sivîlan jiyana xwe ji dest dane û 20 kes jî birîndar bûne.    Di dîmenên têkildarî êrişan hatine weşandin de tê dîtin ku li semta Mahallatî ya li bakurê rojhilatê Tehranê avahiyeke li herêma sivîlan hedef hatiye girtin. Her wiha dîmenên ku Îsraîlê li semta Kamraniye ya li bakurê Tehranê avahiyeke sivîlan hedef girtî jî di medyaya Îranê de hatin weşandin.    Midûrê Rêveberiya Krîzê ya Eyaleta Azerbaycana Rojhilata Mecîd Ferşî ji Ajansa Nûçeyan a Xwendekarên Îranî (ISNA) re axivî û têkildarî êrişên li dijî Tebrîzê ev agahî da: “Qişleya Şehîd Kerîmî ya li Saîd Abadê, Qişleya Zehra ya li Emandê û navenda radarê ya li Serderudê hatine hedefgirtin. Di van êrişan de 2 kesan jiyana xwe ji dest dan û 6 kes jî birîndar bûn.”    “Sepahnews” ku nêzî Muhafizên Şoreşa Îranê ye jî ragihand ku Îsraîlê li Tebrîzê 5 noqte hedef girtiye.    SERFERMANDARÊ ARTÊŞÊ MIR    Muhafizê Şoreşê ya Îranê piştrast kir ku fermandarê wan Huseyîn Selamî di êrişê de hatiye kuştşin. Ajansa Nûçeyan a Tesnîmê ku nêzî Muhafizên Şoreşê ya Îranê ne jî ragihand ku Îsraîlê navenda Artêşa Muhafizên Şoreşê ya li Tehranê û zanyarên nukleerê hedef girtiye.    Medyaya dewletê ya Îranê, ragihand ku zanyarên nukleerê Ferîdun Abbasî û Muhammed Mehdî Tehrançî di êrişa li dijî Îranê de hatine kuştin.    Televîzyona dewletê ya Îranê destnîşan kir ku Serfermandarê Giştî yê Artêşê Muhammed Bakirî jî di êrişa Îsraîlê de hatiye kuştin.