Der barê şewata li Amedê de geşedaneke nû 2025-06-09 11:49:13   AMED - Di şewata li Sîteya Rojava ya Amedê de 4 kesan jiyana xwe ji dest dabûn. Di lêpirsîna têkildarî şewatê de dozgeriyê ji bo kesekî biryara girtinê û ji bo 2 kesan jî biryara binçavkirinê da.     Di 5'ê Hezîranê de di Sîteya Rojava ya 13 qat a li navçeya Peyasê ya Amedê şewat derket. Di şewatê de 4 kesan jiyana xwe ji dest dan. Der heqê şewatê de lêpirsîn hate destpêkirin û didome. Di çarçoveya lêpirsînê de duh 2 kes hatibûn girtin. Piştre jî dozgeriyê ji bo kesekî biryara destgîrkirinê û ji bo 2 kesan jî biryara binçavkirinê da.    Di lêpirsînê de bi giştî 5 kes hatin binçavkirin. Ji binçavkiriyan B.C. ê ku berpirsyarê kontrola avahiyê ye û mutehîtê avahiyê M.A. bi biryara Dadgêriya Ceza ya Sulhê ve bi sedema "Ji ber qisûriya xwe bûye sedema mirin û birîndariya gelek kesan" hatin girtin. Ji binçavkiriyan 3 kes jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan.