Kongreya KNK'ê destpê kir: Yekitiya Neteweyî peywireke lezgîn e 2025-05-24 14:17:33   NAVENDA NÛÇEYAN -  23'yemîn Kongreya Asayî ya KNK'ê bi beşdariya 300 delegeyî dest pê kir. Di axaftin û peyamên hatin xwendin de bal kişandin ser 'yekitiya neteweyî'.   Kongreya Awarte ya 23’yemîn a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) li Hollandayê destpê kir. Kongre wê du rojan dewam bike. Ji her çar parçeyên Kurdistanê, ji welatên Amerîka, Japonya, Kanada, Awûstûralya û Ewropayê 300 delege, bi dehan partiyên siyasî, nûnerên sazî, rewşenbîr, hunermend, nivîskar û pêşeng beşdarî kongreyê bûn.   KNK a ku di sala 1999’an de damezrandina xwe ragihand, 26 sal in di navbera Kurdan de xebatên ji bo yekîtiya neteweyî û hevkariyê didomîne. Di Kongreya Awarte ya 23’yemîn de nirxandina meseleyên neteweyî, pêşxistina pêşniyarên ji bo çareseriya hevpar û biryarên stratejîk ên ji bo siberojê tên armanckirin. Kongre bi sirûda neteweyî Ey Reqîb destpê kir.   Piştre kongre bi axaftinên vekirinê yên endamên KNK’ê Refîk Gefur û Dilşah Osman dewam kir. Refîk Gefur kadroyên pêşeng ên PKK’ê Riza Altûn û Alî Haydar Kaytan û endamê KNK’ê damezrînerê PJAK’ê Hecî Ehmed bi bîr anî. Gefur anî ziman ku xebatên KNK’ê yên 26 salan pir bi qîmet in.   Dilşah Osman jî destnîşan kir ku di navbera saziyên Kurdan de li qadên jin, ciwan, dîplomasî û siyasî xebat tên meşandin û got, “Îro weke gel em di pêvajoyeke pir hesas re derbas dibin û divê ev pêvajo rast were rêvebirin. Divê gelê Kurd li her çar parçeyan bibe yek deng.”   Piştre Hevserokên KNK’ê Ahmet Karamûs û Zeynep Murad jî axivîn.   Zeynep Murad delege silav kirin û ev tişt got: “Em ketin pêvajoyeke nû. 27’ê Sibatê bi banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ ev pêvajo destpê kir. Divê gelê Kurd xwedî li vê pêvajoyê derbikeve. Ji ber ku ev demeke pir girîng e. Divê em destkeftiyên Başûr û Rojava biparêzin. Weke gelê Kurd divê ji vê pêvajoya nû re amade bin. Divê hemû partî û hêz bibin yek.”   Ahmet Karamûs jî diyar kir ku li her çar parçeyên Kurdistanê hem ji bo parastina destkeftiyan konjenktorek nû hatiye avakirin, hem jî rîskên nû jî hene û geşedanên li Rojhilata Navîn û Kurdistanê nirxand. Karamûs got, “Pêvajoya ku bi banga Birêz Abdullah Ocalan destpê kir, pir girîng e. Ev bang ne tenê ji bo pirsgirêkên rojane, di heman demê de xîtabî lêgerînên çareseriyê yên ji bo siberojê jî dike. Di vê pêvajoyê de wezîfe û berpirsyariya hemû partî û parçeyan heye.”   Piştî axaftina Karamûs, li Kongreyê dîwan hate hilbijartin. Rebwar Raşîd, Midya Abda, Rojîn Mukreyen, Şêx Şemal û Yakup Mîrza ji dîwanê re hatin hilbijartin.   Piştre têkildarî dîrok û armanca damezrandina KNK’ê, belgesel hate temaşekirin.   PEYAMA BAYIK Û KARAYILAN   Peyama hevpar a ji aliyê Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik û kadroyê pêşeng ê PKK'ê Mûrat Karayılan ve hat şandin hat xwendin. Di peyamê de îşaret bi banga Abdullah Ocalan hate kirin û wiha hate diyarkirin: "Rojhilata Navîn ketiye serdemeke nû ku Kurdistan di navenda wê de ye û geşedanên bilez pêk tên. Dema ku li Rojhilata Navîn hevsengiyên nû yên hêzê û têkiliyên nû bi pêş dikevin jî, gelê Kurd di vê pêvajoyê de hewl dide bibe aktorekî çalak. Ji bo vê jî bêguman ji bo Kurdan avakirina stratejiyeke hevpar pêwîst û pêwîst e. Stratejiya hevpar ferz dike ku partî, rêxistin, sazî û şexsiyetên takekesî yên Kurd ên li çar parçeyan û li derveyî welat têkiliyeke domdar û sîstematîk biparêzin û tevlî nîqaşên hevpar bibin. Di vê qonaxê de KNK gihîştiye wê astê ku karibe xebateke bi vî rengî ya girîng bi awayekî rast bimeşîne û hîn bêhtir berfireh bike. Em bi temamî bawerin ku kongre wê bi vê armancê biryar û planên xurt bide."   Weke ku tê zanîn, Rêber Abdullah Ocalan li Îmraliyê li ser navê tevgera me bi dewleta Tirk re pêvajoyeke diyalogê dimeşîne. Ev pêvajo hê jî dewam dike. Armanca me ji rêveçûna vê pêvajoyê ew e ku çareseriya pirsgirêka Kurd bi rêya diyalogê bê dîtin. Em di wê baweriyê de ne ku weke tevger me di vê qonaxê de berpirsyariyên xwe yên herî berfireh bicih anîne. Niha dora aliyê din e. Em hêvî dikin ku aliyê din jî berpirsyariyên xwe bîne cih û em ê bigihêjin encamekê.    Banga ku Rêber Apo di 27'ê Sibatê de kir û geşedanên piştî wê ne tenê rasterast bandor li siyaseta li Rojhilata Navîn û Kurdistanê kiriye, di heman demê de zemîna yekîtiya di navbera Kurdan de jî xurt kiriye. Ev banga dîrokî ji bo demkurt, dema navîn û demdirêj derfet hatine afirandin ku Kurd bi plaftormên hevpar têbikoşin, yekitiya neteweyî ya demokratîk ava bikin. Bi rastî jî ji ber ku destketî û nasnameya gelê me hema hema li her devera welatê me di bin zext û gefan de ye, têkoşîna parastina van û bidestxistina mafên demokratîk ên neteweyî dewam dike.Wê hîn bêhtir rê li ber hemû gelên din ên em li welatê xwe dijîn veke ku maf û hiqûqa xwe bi dest bixin. Hemû beşên civakî, bi taybetî jin û ciwan dînamîka bingehîn a serketina vê pêvajoyê ne. Beşdarbûn û piştgiriya wan wê armanca civaka demokratîk û neteweya demokratîk xurtir bike.   Ev bang di heman demê de pêwîst e têkiliyên nû yên bi hêzên navneteweyî, hêzên herêmî, gelên herêmê û aktorên siyasî re bên pêşxistin. Kurd dema ku bi hêzên navnetewî û aktorên herêmî re têkiliyên nû pêş dixin jî, ji bo ku yekîtiyeke berfirehtir û xurttir ava bikin divê di nav xwe de têkiliyên nêzîktir ava bikin. Gelê me li her çar parçeyan xwe gihandiye asteke gelekî girîng a rêxistinbûyîn û hişmendiya azadiyê. Ji mêj ve ye ku ji pozîsyona bêrêber, bêrêxistinî û bêhêz a sedsala bihurî derbas bûne. Lê belê tenê dikarin mafên xwe bi dest bixin û statuyekê bi dest bixin ku karibin van avantajên xwe li ser hişekî hevpar û stratejiyeke hevpar bi cih bikin KNK di vê erk û berpirsiyariyê de yek ji kesê sereke ye.   Rol û mîsyona KNK'ê di armanca xwe ya damezrandinê de di vê pêvajoyê de hîn bêhtir mezin bûye. Kurdan hê bi temamî yekîtiya xwe ava nekirine. Mijara yekîtiya neteweyî li pêşiya me hemûyan weke karekî lezgîn disekine. Rêber Apo di nîqaşên xwe yên dawî de bal kişand ser vê mijarê û bang li her kesên pêwendîdar kir ku bikevin nava liv û tevgerê. Di Konferansa Lozanê de biryara lidarxistina konferansa netewî hat dayîn. Divê KNK di vî warî da zêdetir hewl bide û di çarçoweya dîyarkirî da bikaribe hêsankarîya kombûna konferanseke netewî bike.    Di pêvajoya din de em ê wek tevger û endamên KNK'ê xebatên xwe yên ji bo yekîtiya neteweyî ya Kurdan bidomînin û pêdiviyên erkên ku ji me re hatine diyarkirin bi cih bînin."