Li dijî ÎBB’ê operasyona binçavkirinê:22 kes hatin binçavkirin 2025-05-20 09:58:30 STENBOL - Di çarçoveya operasyona “nelirêtiyê” ya li dijî Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê de 22 kes hatin binçavkirin.    Di çarçoveya lêpirsîna “nelirêtiyê” ku ji hêla Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê li dijî Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê (ÎBB) ve hatiye destpêkirin de gelek kes hatin binçavkirin. Di pêla operasyona biçavkirinê ya sêyemîn de Serokê Daîreya Çapemenî Weşan û Têkiliyên Gel a ÎBB’ê Taner Çetîn jî di nav de 22 kes hatin binçavkirin.     Hat zanîn ku Cîgirê Şaredarê Çeşmeyê Onur Gulîn û asîstana Taner Çetîn a bi navê Arzu Can jî hatine binçavkirin.    Navên hin kesên di çarçoveya lêpirsînê de hatine binçavkirin ev in: “Serokê Daîreya Çapemenî Weşan û Têkiliyên Gel a ÎBB’ê Taner Çetîn, asîstana Taner Çetîn Arzu Can, Midûra Têkiliyên Karên Gel re Serap Karay, Cîgirê Midûra Têkiliyên bi Gel re Mûstafa Karaoglû, Mûsa Ozişik, Cîgirê Şaredarê Çeşmeyê Onur Gulîn û Cîgirê Şaredarê Avcilaê Mehmet Mandaci.”