‘Ji bo çareseriyê berpirsyartiyeke cidî dikeve ser milê dewletê’ 2025-05-15 09:37:00   STENBOL - Endama Meclisa DÎB'ê Nesteren Davutoglû diyar kir ku ji bo aştiyê roleke mezin dikeve ser milê dewletê û got: “Bêyî ku em li benda dewletê bisekinin, divê her kes zimanê aştiyê bikar bîne.”   Endama Meclisa Yekitiya ji bo Demokrasiyê (DÎB) Nesteren Davutoglû têkildarî biryarên 12’emîn Kongreya PKK’ê ji ajansa me re axivî. Nesteren Davutoglû, diyar kir ku biryarên PKK’ê erênî û girîng in û got: “Ji bo dayikan û her kesên demokrasiyê dixwazin, ji dil û can daxwaz dikim ku pêvajo bi ser keve. Her wiha li ser navê xwe dikarim bibêjim ku Abdullah Ocalan bi nirxandina vê rewşê ya ji hêla aştiyê ve nîşan da ku kesekî gelekî biaqil û zana ye. Aştî, mijareke ewqas girîng e ku divê bi qurbanî rika aliyan neyê kirin. Ji ber ku mijara behsa xeberê mirina mirovan e.”    'DIVÊ CIVAK JÎ TÊBIKOŞE’   Nesteren Davutoglû, destnîşan kir ku heke her du alî berpirsyartiyên xwe bicih bînin guherîn dikare çêbibe û ev tiş anî ziman: “Ji bo pêvajo xerab nebe divê em têbikoşin. Rolên girîng dikevin ser milê dewletê lê em dizanin dê wisa bi hêsanî aştiyê neke. Lewma jî divê em xwe li benda dewletê negirin û gel bi xwe mercên aştiyê ava bike. Ji bo vê jî divê her kes zimanê aştiyê bi kar bîne û rewşeke bi xêra her kesî ava bikin. Ji bo aştiyê, divê her kes berpirsyartiyê li xwe bigire. Bi taybet jî rewşenbîr, rojnameger, hunermend û hwd. Erk û berpirsyartî dikeve ser milê her welatiyekî. Daxwazên gelê Kurd, ji newekhevî û pêwîstiyan tên. Bila dayikeke Kurd jî mîna min xwedî heman mafan be. Êdî bes e.”     VEGOTINA AŞTIYÊ YA JI CIVAKÊ RE   Nesteren Davutoglû, da zanîn ku ew helwesta CHP'ê erênî dibîne û wiha pê de çû: “Aştiya Tirkiyeyê, xeyala partiyên çep bû. Heke niha daxwazeke wan a wisa hebe bila nîşan bidin, rêz bigirin û xurt bikin. Heke bi awayekî xurtir nîşanî civakê bidin, dê civak jî qaneh bibe. Ji bo vegotina aştiyê ya ji civakê re, divê ziman û ragihandin xurt be. Girîng e ku ev bi rêbazên pisporî bê kirin. Bi rêya kampanya, reklam, bikaranîna stratejiyan û hwd. dikare ji civakê re were vegotin. Li gorî min ji pêvajoya bilezûbez hatiye doamndin zêdetir, heke xwe bispere qanehkirinê dê mayindetir û sûdewertir be.”    MA / Esra Solîn Dal