Di 60 saliya xwe de bû xwendekara zimanê xwe 2025-05-14 09:20:29 ŞIRNEX - Eynete Akil a 60 salî ku di rêveberiya Komeleya Ziman û Çandê ya Birca Belek de cih digire û bi zimanê Kurdî perwerdehiyê dibîne, got: “Ji bo ku zimanê dayikê tune nebe ez li vir im. Divê em nehêlin zimanê dayikê tune bibe.”    Komeleya Ziman û Çandê ya Birca Belek, bi salane li navçeya Cizîrê ya Şirnexê xebatên çand û ziman dimeşîne. Dayika Eynete Akil a 60 salî, di rêveberiya komeleyê de cih digire û xizmetê ji zimanê Kurdî re dike. Eynete Akil ku hem fêrî ziman dibe û hem jî di rêveberiyê de cih digire, behsa giringiya zimanê dayikê kir.    DI 60 SALIYA XWE DE JÎ JI BO ZIMAN TÊDIKOŞE   Eynete Akil, anî ziman ku ew bi zimanê dayikê mezin bûne lêbelê zarokên niha rastî her cureyên pişaftinê tên û ji bo ku pêşî li vê xetereyê bigire ew di nav xebatan de cihê xwe digire. Eynete Akil, got: “Îsal min di nav xebatên komeleya Birca Belekê de cihê xwe girt. Ji bo ku zimanê dayikê tune nebe ez li vir im. Bi zimanê dayikê xwendin, nivîsandin hesteke pir xweşe. Zarokên me her roj rastî pişaftinê tên. Em naxwazin ku zarokên me bi zimaneke din mezin bibin, naxwazin ku zimanê me winda bibe. Dixwazin ku zarok bên komeleya me perwerdehiya bi ziman bibînin. Em bi zimanê xwe hene. Heke ku ev çand û ziman nebe em tune ne. Dayik êdî bi zarokên xwe re Tirkî diaxivin û ev jî xetere ye. Emrê min 60 sal e û ez ji ber vê têm vê derê û dixwazim ku her dayikek jî xwedî li zimanê xwe derbikeve. Em dixwazin ku her dayikek zarokê xwe bîne vê derê ku zarok fêrî zimanê dayikê bibin."   BANDORA JINAN A LI SER ZIMAN   Eynete Akil, bi lêv kir ku her dayikek mamosteya zarokê xwe ye û got ku rola jinan a li ser zimanî pir zêde ye û wiha berdewam kir: “Bandora dayikan a li ser zarokan pir zêde ye. Îro dayik çi nîşanî zarokê xwe bide dê wê bizanibe. Bav mêvanên malê ne lê jin ne wisa ye, jin xwediya wî zarokî û malê ne. Kesa ku zarokî perwerde dike dayik in. Zimanê me nebe tişteke me tune ye. Ji ber wê li vir em têkoşîna ziman didin. Em dixwazin zimanê me li nexweşxaneyan, li dibistanan û di hemû saziyan de bê axaftin. Zimanê me niha di asta xeteriyê de ye. Ji ber wê jî berpirsyariya ku dikeve ser milê jinan pir zêde ye. Zimanê Kurdî ji her tiştekî xweştir e. Kî ji zimanê xwe şerim bike, ji dayika xwe jî, çanda xwe jî şerm dike.”   'BILA BÊN EM BI HEVRE TÊKOŞÎNA ZIMAN BIMEŞÎNIN’   Bi domdarî Eynete Akil xwest jin û dayik zarokên xwe bînin komeleyê û fêrî ziman bikin û ev bang kir: “Divê ku li her kolanekî, taxekî, bajarekî, gundekî em bi zimanê dayikê biaxivin. Ev zimane dewletê nedaye me, ziman dema ku mirov ji nû dayik dibe Xwedê dide. Zimanê me jî Kurdî ye û em jî dixwazin ku zimanê me winda nebe. Banga me ji dayikan û jinan re heye ku zarokên xwe bînin komeleya me û fêrî ziman bibin û bi zimanê dayikê perwerdehiyê bibînin. Bila bên em bi hevre tekoşîna ziman bidin.”    MA / Zeynep Durgut