Ocalan kongreya PKK’ê silav kir, Kaytan û Altûn bi bîr anî 2025-05-13 15:28:24 NAVENDA NÛÇEYAN - Abdullah Ocalan biryarên ku di kongreya PKK’ê de hatine wergirtin silav kir û ji bo Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn got ku dê her tim wek rêber di têkoşînê de wan bidin jiyîn.  PKK’ê, li ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a 27’ê Sibatê ya "Banga Aştî û Civaka Demokratîk", 12’emîn Kongreya xwe pêk anî û ragihand ku pêşengên tevgera wan Alî Haydar Kaytan (Fûat) û Riza Altûn jiyana xwe ji dest dane. Hat gotin ku Kaytan di 3’ê Tîrmeha 2018’an de, Riza Altûn jî di 25’ê Îlona 2019’an de jiyana xwe ji dest daye.     Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan têkildarî kongreya PKK’ê, Kaytan û Altûn peyamek şand. Peyama Abdullah Ocalan di bîranîna Kaytan û Altûn a li Tuzluçayir a Enqereyê de hate xwendin. Peyam, ji hêla parêzerê Buroya Hiqûqê ya Asrinê Faîk Ozgur Erol ve hate xwendin.     Peyama Ocalan wiha ye:    “Rêhevalên hêja,     Min bi xemginiyeke mezin bihîst ku Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn jiyana xwe ji dest dane.    Ez ê piştre der barê bîranîna herdu rêhevalan nirxandineke berfireh bikim, ez niha bi rêzgirtineke mezin wan bi bîr tînim.    Di têkoşîna hebûna neteweyî û komunalîteya demokratîk de cihê wan her tim heye.    Ji bo paradîgma û sazûmaniya serdema nû weke nirxên bingehîn ên îlhamê ew ê heta bi hetayê rolên xwe bilîzin.    Di têkoşîna me de wê weke rêberên mayînde hebûna xwe bidomînin.    Bi vê wesîleyê ez biryarên di kongreya 12’emîn a dîrokî de hatine dayîn û peyamên têkildarî demên pêş bi rêzdarî silav dikim.     Abdullah OCALAN   Îmrali / Bursa   12.05.2025"