Hevserokê DEM Partiyê yê Êlihê hate binçavkirin 2024-04-25 16:38:24   ÊLIH - Hevserokê DEM Partiyê yê Êlihê Mûstafa Mesût Tekîk hate binçavkirin.    Hevserokê Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) yê Êlihê Mûstafa Mesût Tekîk hate binçavkirin. Tekîk, li ser banga îfadedayînê ya Midûriyeta Emniyetê ya Êlihê çû emniyetê û hat binçavkirin.    Duh di saetên nîvro de polîsan bi ser avahiya partiyê ya bajar de girtibûn û hat zanîn ku Tekîk bi vê sedemê hatiye binçavkirin. Piştî karûbarên îfadegirtinê yên li emniyetê dê Tekîk sewqî edliyeyê bê kirin.