Qeyûm 20 milyon lîre ji budçeya 'Nivîsgehê' xerc kirine 2024-04-23 09:02:44   MÊRDÎN - Derket holê ku qeyûmê ku di 5 salan de ji budçeya nivîsgehê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê zêdetirî 20 milyon TL xerc kiriye, ji bo parlementerên AKP'î bilêtên balafirê jî stendiye.    Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê ku di sala 2019'an de cara duyan qeyûm tayinî wê hatibû kirin, di 31'ê Adara 2024'an de ket destê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî). Mûstafa Yaman, Mahmût Demîrtaş û Tûncay Akkoyûn ên ku di navbera 19'ê Tebaxa 2019'an û 31'ê Adara 2024'an de hem walîtya bajêr kirin û hem jî qekî weyûm tayinî şaredariyê hatin kirin, şaredariya mezin talan kirin. Di dema qeyûman de gelek mal û milkê hatinf irotin û nelirêtî hatin kirin. Her wiha qeyûman Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê bi 3 milyar û 502 milyon TL deyn dewr kirine. Lê di ava van deynan de xeracneyên nivîsgehê balê dikişînin.    AKKOYÛN DI 3 MEHAN DE MESREFA 4 SALAN KIR!   3 qeyûmên ku di 5 salan de hatin tayinkirin, ji budçeya nivîsgehê bi giştî 20 milyon û 596 hezar û 632 TL xerc kirin.    Qeyûmê ku herî zêd eji vê budçeyê xerc kiriye jî Tûncay Akkoyûn e. Akkoyûn 10 milyon û 649 hezar û 169 TL xerc kiriye. Hat tespîtkirin ku Akkoyûn vê, beriya hilbijartinên herêmî bi 3 mehan kiriye.   BILÊT JI PARLEMENTERÊNA AKP'Î RE STENDIYE!   Derket holê ku qeyûman bi vê budçeyê ji parlementerên AKP'î re bilêtên balafirê jî stendine. Qeyûman bi 62 hezar û 776 TL'yan bilêt stendineç Van bilêtan jî di bin navê "mesrefên gihaniyê yên mezin dewletê" de stendine. Ji xeynî vê di bin navê "mesrefên ezimandinê" û "kirêkirina xizmeta deng û dîmenan" mesref hatiye kirin.    Her wiha ji vê budçeyê 2 milyon û 30 hezar TL jî ji bo mîtînga Serokkomarê AKP'î Tayyîp Erdogan hatiye xerckirinç Di mîtînag Mêrdînê de ji vê budêeyê wesayît hatine kirêkirin.    MA / Ahmet Kanbal