Li Geverê deynên ji qeyûm mane hatin daliqandin 2024-04-20 16:28:14   COLEMÊRG - Şaredariya Geverê deynên ji qeyûm mane bi afîşan li cadeyên bajêr ên herî zêde hatin û çûyîn lê heye daliqandin.    Deynê Şaredariya Geverê ya Colemêrgê deynên ji qeyûm mane aşkere kirin. Hevşaredarên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ên di hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adarê de bi dengekî zêde şaredarî bi dest xistin, deynê şaredariyê bi afîşan li cadeyên bajêr ên herî zêde daliqandin. Hate parvekirin ku deynê Şaredariya Geverê yê niha 990 milyon û 412 hezar û 162 lîre ye û hûrgiliyên deynan jî hate nivîsîn. Balkêş e ku şaredarî ji sedî 90 deyndarê bankaya bajaran e û lê li navçeyê xizmetek nehatiye kirin.    Deynê Bankaya Bajaran 895 milyon û 727 hezar û 199 lîre û 56 qûrîş, deynê Lijneya Ewlehî û Civakî (SGK) 60 milyon û 896 hezar û 640 lîre, deynê bacê 20 milyon û 497 hezar û 771 lîre û deynên din jî weke 13 milyon û 290 hezar û 130 lîre hatin nivîsîn û parvekirin.