Dayikên Aştiyê yên Êlihê: Çalakiya girtiyan peyama 'tevbigere' ye 2024-04-18 09:04:40 ÊLIH - Dayikên Aştiyê ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan banga têkoşînê kirin û gotin ku çalakiya girtiyan ew peyame e ku ji raya giştî re dibêje "Tevbigere."  Girtiyên siyasî ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka Kurd di 27'ê Mijdara 2023'an de dest bi greva birçîbûnê kirin, ragihandin ku wan çalakiyên xwe heta 4 'ê Nîsanê derbasî qonaxeke nû kirine. Girtiyan biryar girtin ku dadgehan boykot bikin, bi malbatên xwe re bi telefonan neaxivin û bi wan re hevdîtinê nekin. Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê bi lêv kirin ku divê xwedî li çalakiya girtiyan bê derketin.    'KURD BI FELSEFEYA OCALAN MEZIN BÛN'   Ji dayikan Herdem Koçerê diyar kir ku girtiyên li girtîgehê li dijî polîtîkayên dewletê li ber xwe didin û got: “Girtî ji bo vî gelî di nava 4 dîwaran de li ber xwe didin. Divê ev gel dengê wan bibihîze û ji bo wan tevbigere." Koçerê destnîşan kir ku ger gel tev li berxwedanê nebe dibe ku ji girtîgehan darbest derkevin û got: “Ev pêkanînên dijmirovî yên li dijî birêz Abdullah Ocalan tên kirin, nayên qebûlkirin. Heta azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan pêk were em ê têkoşîna xwe bidomînin."   Dayika Aştiyê Horî Acarê bal kişand ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û got: “Ev demeke dirêj e tu xeber jê nayê girtin. Tevî hemû serlêdanan jî CPT neçû Îmraliyê. Tecrîda li ser birêz Ocalan tecrîda li ser gelê kurd e. Werin em bibin yek û azadiya Ocalan misoger bikin. Werin em bibin hevparên berxwedana zindanan. Em di her qada jiyanê de li ber xwe bidin."   'BERPIRS DEWLETÊN EWROPAYÊ NE'   Sadiye Yardimê diyar kir ku wan çalakiya Nobeda Edaletê bi dawî kiriye, lê ew ê li her qadê li ber xwe bidin. Yardimê bang li berxwedana serdemê ya li girtîgehan kir û got: “Li Îmraliyê bêhiqûqî dewam dike. Ev demeke dirêj e tu xeber ji Îmraliyê nayê girtin. Em bibin yek û ji bo azadiya birêz Ocalan têbikoşin." Yardimê anî ziman ku CPT û dewletên Ewropayê yên ku dibêjin ew dergûşa demokrasiyê ne, ji tecrîdê berpirsyar in û got: “Cîhan li hemberî vê bêhiqûqiyê bêdeng e. Lê belê em Kurd bêdeng namînin û li dijî vê bêhiqûqiyê li ber xwe didin. Kesên ku di xewa mirinê de ne, bila şiyar bibin û tevli berxwedana ku li gelek cihan û bi taybet li girtîgehan didome bibin."    Menîce Acarê jî destnîşan kir ku divê gelê kurd bi ruhê berxwedanê yê di pêvajoya hilbijartinê de nîşan daye ji bo girtiyan jî nîşan bide.   Sultan Azboyê jî diyar kir ku Girava Îmraliyê "girava bêhiqûqiyê" ye û xwest tecrîda girankirî bê şikandin. Azboyê got: “Zilm û zordariya li ser birêz Ocalan tê meşandin, li ser 50 mîlyon kurdî tê meşandin. Bêdengiya li hemberî bêhiqûqiya li Îmraliyê tê meşandin, bêwijdanî ye. Li girtîgehan bêhiqûqî, mirin û tundî heye. Ev wekî tiştekî normal tê nîşandan. Divê her kes hestiyar be û li gorî wê tevbigere. Werin em destên xwe bidin hev û li ber xwe bidin. Em ruhê ku di berxwedana Wanê de derketiye holê bidomînin û azadiya birêz Ocalan misoger bikin."   MA/ Fethî Balaman