DAIŞ’ê 100 pezên welatiyan dizîn 2024-04-16 08:31:04 NAVENDA NÛÇEYAN - DAIŞ, di rojhilatê Humusê de êrişî şivanan kir û 100 pezên welatiyan dizîn.    Li gorî Mala Çavdêriyê ya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), DAIŞ’î li rojilatê bajarê Humusê êrişî şivanan kirin. DAIŞ’î piştî êrişê, 100 pezên welatiyan dizîn.    Li gorî agahiyên SOHR’ê ji serê salê ber bi îro ve di êrişên li çolistanên Suriyeyê de 301 kes mirin. Hat destnîşankirin ku ji van 37 sivîl, 240 kes girêdayî hikûmeta Şamê û 24 kes jî DAIŞ’î ne.