'Di warê tecrîdê de CPT durû tevdigere' 2020-10-22 09:13:16 MÊRSÎN - Hevserokê HDP'ê yê Mêrsînê Mehmet Aliş, tecrîda li ser civakê rengvedana tecrîda li ser Ocalan e û Serokê Şaxa ÎHD'ê Hakki Demîr jî got, di vî warî de CPT durûtiyê dike.  Li Girtîgeha Îmraliyê, şert û mercên ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tê de ne her diçe girantir dibin. Serokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Mêrsînê Mehmet Aliş û Serokê Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Mêrsînê Hakki Demîr, tecrîda li ser Ocalan nirxandin.    ‘NAVNÎŞAN ÎMRALÎ YE'    Hevserokê HDP'ê yê Mêrsînê Mehmet Aliş, destnîşan kir ku ji bo welêt ji nav gerîneka şerî derkeve tekane navnîşan Îmralî ye û got: "Rêvebirên welêt jî baş dizanin ku Birêz Ocalan ji bo aştiya civakiyî û ji bo çareserkirinaa nakokiya li Rojhilata Navîn xwedî hêzeke çareseriyê ye. Ji bo bidawîbûna şer û pevçûnan û ji bo çareseriyê Birêz Ocalan firsendek mezin e. Tirkiye divê ji bo çarserkirina pirsgirêkên navxweyî li hin deverên din li çareyê negere. Divê vê yekê li hundir bike."    TIRKIYE TÊ TECRÎDKIRIN    Aliş, destnîşan kir ku tecrîda li ser civakê rengvedana tecrîda li ser Ocalan e û got: "Tirkiey tê tecrîdkirin. Di şexsê Îmraliyê de tecrîda li girtiyên siyasî tê kirin sûcek e li bara mirovahiyê." Aliş, anî ziman ku polîtîkayên îqtidarê ne ehlê çareseriyê ne û got: "Tu civak bi şer û pevçûnan muferih nabe. Ji bo azadiya civakê, divê serbixwebûna hiqûqê esas bê girtin. Siyaseta şerî bi kêrî Tirkiyeyê nayê. Tirkiye dikare dev ji van polîtîkayan berde û li herêmê ji bo aştiyê xwedî rol be. Di vî warî de jî divê pêşniyarên ji bo çareseriyê yên Birêz Ocalan bên dîtin."    ‘TECRÎD BINPÊKIRINA MAFÊN MIROVAN E'    Serokê Şaxa ÎHD a Mêrsînê Hakki Demîr jî ji bo tecrîda li ser Ocalan got: "Tecrîd cezayê li ser ceza ye û bi awayê herî giran binpêkirina mafên mirovan e."    Demîr, anî ziman ku cezayê ku li Ocalan hatiye birîn diyar e û got: "Jixwe li hundir cezayê xwe dikişîne, lê belê bi ser de jî raidin hevdîtina bi parêzeran û malbatê re jîa steng dikin. Ev binpêkirineke pir giran e û nahêle pirsgirêka kurd bê çareserkirin."    ‘CPT DURÛ YE'    Demîr, destnîşan kir ku di raporên ku Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) car carinan aşkere dike de jî diyar e ku Ocalan di şert û mercine tecrîdeke giran de dimîne û got: "Lê mixabin ew durîtiya welatên Ewropayê ya di vî warî de bandor li CPT'yê jî kiriye. Tê etspît dike, lê tişta ku divê bike nake. Binpêkirina mafan tespît dike, lê tenê qîma xwe bi daxuyaniyê tîne. Ev tê çi wateyê? Divê zorê bide Tirkiyeyê ku di warê hiqûqî de gavina bavêje. Di warê navneteweyî de divê hin gav bên avêtin. Lê belê di vî warî de CPT tişta ku divê bike nake. Heger Ewropa di vî warî de baş tevbigeriya îro ro wê Tirkiye bi rihetî ev pêkanînên antîdemokratîk nekirina."    MA / Omer Akin