Di qada perwerdehiyê de negirtina tevdîran û bandora wê ya li zarokan 2020-10-22 09:11:39 WAN - Serokê Şaxa Egîtîm Sen a Wanê Mûrat Atabay, diyar kir ku bêtevdîriyên der barê perwerdehiya rûbirû de didomin û got, bi vî awayî wê xwendekar ji perwerdehiyê dûr bikevin û wê hejmara zarokên bi darê zorê tên şixulandin jî zêde bibe.  Ji ber şewba Covîd-19'ê perwerdehiya rûbirû hatibû sekinandin. Lê belê ji 12'ê Cotmehê ve pêl bi pêl cardin dest pê dike. Di vê çarçoveyê de ewilî dibistanên seretayî, pola 8'an û pola 12'an hatin hatin vekirin. Di civîna wezîran a 20'ê Cotmehê de jî hat diyarkirin wê di 2'yê Mijdarê de jî pola 5'an û 9'an bê vekirin. Piştî vê vê carê bal çû ser tevdîrên ku dê li dibistanan bên girtin. Egîtîm Sen, diyar dike ku li dibistanan tevdîrine baş nayên girtin.    EGÎRÎM SEN: ME TU TEVDÎR NEDÎTINE    Têkildarî mijarê Serokê Şaxa Egîtîm Sen a Wanê Mûrat Atabay axivî. Atabayî diyar kir ku tevdîrên tên girtin kêm in û got, di perwerdehiya rûbirû de pêşî divê paqijî esas bê girtin û got, yan na wê pirsgirêkine mezin rû bidin. Atabay got: "Lê belê di vî warî de heya niha me tevdîrine cidî nedîtine. Hem di warê xebatkarên paqijiyê de hem jî di warê amûrên paqijiyê de pirsgirkine cidî hene."    REWŞA GUNDAN    Atabay, destnîşan kir ku nexasim jî li gundan bi van pirsgirêkan re pir rû bi rû dimînin û got, li dibistanên gundan pirsgirêka av û ceryanê heye. Atabay, destnîşan kir ku berê jî gotine, lê belê cardin jî li gundan tevdîr nehatine girtin û got: "Li dibistanên hin gundan hebûna dezenfektanê jî luks e. Hin dibistan hene, tualetên wan ên xwendekarên keç û kur yek in. Qet nebe divê meseleya ceryan û avê bê helkirin."    Atabay, diyar kir ku çûne dibistanên hin gundên Elbak û Bêgirê û got, li van dibistanan jî bi heman pirsgirêkan re rû bi rû mane. Atabay got: "9 mehê pandemiyê qediya, lê hîn jî Wezareta Perwerdehiyê tevdîrine cidî negirtine. Ji roja ku şewb dest p kiriye heya niha em dibêjin; divê ji bo pêdiviyên dibistanan budçeyeke pêvekî bê veqetandin, divê hejmara derxaneyan û mamosteyan bê zêdekirin. Wezaret dibêje 'bila dezenfektan û maske bi awayê herî baş bên peydakirin.' Lê budçeya dibistanan tuneye. Ev budçe jî yan ji xizmên xwendekaran an jî ji mamosteyan tê stendin."    Atabay, diyar kir ku ji bo paqijiya dibistanê zextine mezin li ser îdareyên dibistanan hene û got, lê belê li dibistanan kontrolkirineke berbiçav tuneye. Her wiha Atabay, diyar kir ku berê jî gotine divê hejmara xebatkarên dibistanan bê zêdekirin da ku baş karibin xwendekaran kontrol bikin.    Her wiha Atabay bal kişand ser prisgirêkên EBA'yê jî û got, xwendekar baş jê sûdê nagirin.    Herî dawî Atabay diyar kir ku wê tu carê perwerdehiya ji dûra cihê ya rûbirû negire û got, heger ev pirgsirêk dewam bikin wê gelek xwendekar ji perwerdehiyê dûr bikevin û wê hejmara zarokên bi darê zorê tên şixulandin jî zêde bibe.    MA / Ozlem Yayan