Dîmenên dema bertîlstendinê yên der barê Bendava Ilisûyê de bi dest ketin 2020-10-22 09:11:01 SÊRT - Di doza bertîldayînê ya Bendava Ilisûyê de dîmenên gelek karmendên ku gava bertîlê didin gundiyan bi dest ketin.  Ji ber Bendava Ilisûyê 199 qadên jiyanê di bin avê de man. Ji ber ku gelek avahî û erd di min avê de man, bedêla vê hin pere ji bo xwediyê mal û milakn hatibûn dayîn. Lê belê ev yek bûbû cihê nîqaşê û hîn jî tê nîqaşkirin. Di dema îstimlaqkirinê kesên nêzî îqtidarê perenî zêde girtin ên ne nêzî îqtidarê jî hindik girtin. Her wiha der barê bedêlên îstimlaqkirinê de gelek doz jî hatine vekirin. Hîn jî gelek doz dewam dikin. Lê belê di dema çêkirina bendavê de hin karmendan bertîl stendiye û daye.    Derbarê erdên mezrika Motît a gundê Sûikê yê navçeya Misirc a Sêrtê de hatibû gotin bertîl hatiye dayîn û ji ber vê di sala 2014'an de lêpirsîn dest pê kiribû. Piştî lêpirsînê karmendê Midûriyeta Tapû kadastro ya Sêrtê Oral K. jî di nav de derbarê 21 kesî bi sûcê "stendin û dayîna bertîlê" de doz hatibû vekirin.    Midûriyeta Tapû Kadastro ya Sêrtê ji ber wê mezrikên Balikli, Yiginli, Çîçek Yûrdû û Lopîsê yên gundê Sûikê di bin ava Bendava Ilisûyê de bimînin di sala 2011'an de dest bi karê kadastroyê kir. Kar û barê kadastroyê di 15'ê Gulana 2012'an de qediya. Dû re ji gundiyan B.A. bi hinceta ku kar û bar li gor uûlê nehatine kirin li Dadgeha Kadastroyê îtiraz kir.    Hîn doz dewam dikir, gundî û karmendên kadastroyê li hev rûniştin. Tevahiya gundiyên Sûsikê îtiraz kirin. Ji ber ku tevahiya gundiyan îtiraz kiriye û li ber kar û barê hatiye kirin rabûne, vê carê kifş bû ku xebatên kadastroyê yên hatine kirin bi şaîbe ne û ne li gor usûlê hatine kirin. Di îdianameyê de hat diyarkirin ku karmendê kadastroyê Oral K., endezyar Oktay B. û Huseyîn G. û midûrê berê yê kadastroyê Mûrat E. û Midûrê Kadastroyê yê Mêrdînê Abîdîn A û hin gundî erdên û deverên bê tapû û sened bi pereyan di nava hin kesên diyar kirine de payê kirine.    HAT QEYDKIRIN    Di îdianameyê de hatiye diyarkirin ku di sala 2014'an de karmend Oral K. û 6 gundî li avahiya Midûriyeta Tapûyê ya Sêrtê hatine cem hev du. Di wê navberê de gundî Mehmet Sedat N. ku wî jî bertîl daye bi kamerayeke veşarî dîmenên hevdîtinê girtine. Di hevdîtinê de Oral K. ji 3 payên 6 milyon û 400 hezar TL'yê heqê îstimlaqkirinê payek xwestiye û her wiha li gor beyanên ku nexwestine navê wan bên aşkerekirin jî ji 60 milyon TL'yê heqê îstimlaqkirinê payek (ji sê payan payek) xwestiye.    Danişînên dozê li Dadgeha Cezayê Giran a 1'ê a Sêrtê hatin lidaxistin û 2 salan dewam kirin. Di dozê de 21 kesî beraet kir. Dadgehê mal û milkên kesên bertîl stendine bi awayekî giştî ne kolaye û di biryara xwe de gotiye der barê kesên bi bertîlstendin û bertîldayînê tên tawanbarkirin de doza cemaweriyê hatiey vekirin. Her wiha dadgehê ji bo dîmenên hatine girtin jî gotiye, nehatiye zanîn bê ka ev dîmen li kû derê hatine girtin.    Dadgehê ji bo delîlên heyî gotiye, delîline ne li gor hiqûqê ne.    Piştî vê doz ji îstinafê re hat şandin.    MA / Metîn Yoksû