Hevdîtinên ji bo heqê karkeran xitimîn: Wê karker dest bi grevê bikin 2020-10-22 09:10:25 STENBOL - Genel-Îş'ê  piştî ku tu tişt ji hevdîtinên TÎS'ê yên bi şaredariyên Kartal û Kadikoyê re kirin derneket, karkeran biryara xwe ya grevê li avahiyên şaredariyan daliqandin.  Şaredariyên Kadikoy û Kartalê û Sendîkaya Karkrên Xizmetên Giştî ya Tirkiyeyê (Genel-Îş) di warê Peymana Karî ya Giştî (TÎS) de li hev nekirin. Sendîkayê dixwest meaşê karkeran ji sedî 12'ê bê zêdekirin lê belê şaredariyan jî ji sedî 7 pêşniyar kir. Karkerên ku ev yek qebûl nekirin, biryarên xwe yên grevê li avahiyên şaredariyan daliqandin. Karkeran heta 23'yê Cotmehê mohlet daye Şaredariya Kadikoyê û heya 27'ê Cotmehê jî mohlet daye Şaredariya Kartalê. Heger daxwazên wan neyên qebûlkirin wê dest bi grevê bikin.    XITIMÎ   Serokê Genel-Îş'ê yê Şaxa 1 a Hêla Ewropayê Ahmet Arikan, anî ziman ku li ser navê karkerên bikdaro û şîrketê 6 caran hevdîtin bi şaredariyên kartal, Kadikoy û Ataşehîrê re kirine û got, lê belê hevdîtinên bi şaredariyên Kadikoy û Kartalê re xitimîne, lê belê hevdîtinên bi Şaredariya Ataşehîrê re didomin.    Arikan, anî ziman ku ji meha Çileyê ve hevdîtinan bi Şaredariya Kadikoyê û ji meha Sibatê ve jî bi Şaredariya Kartalê re kirine, lê belê piştî hevdîtin xitimîne biryara xwe ya ji bo grevê çend roj berê li avahiyên şaredariyan daliqandine û hinek mohlet dane şaredariyan. Arikan got: "Heger her du şaredarî daxwazan qebûl bikin em ê îmzeyê deynin binî peymanê. Yan na em ê tevî hevalên xwe yên li vê derê dest bi grevê bikin."    TÊKOŞÎN    Arikan, bang li karkerên bikadro yên şîrketan jî kir û got: "Em ji bo mafên me, ji bo daxwazên we li qadê ne. Em ji bo we û pşeroja zarokên we têdikoşin. Em dizanin hûn jî li cem me ne. Lê doza heqê xwe bikin. Em bitêkoşin. Daxwazên me daxwazine insanî ne. Em ê tu daxwazên ji xeynî vê qebûl nekin. Em ê tu teklîfeke ku karker qebûl nekin îmze nekin."    'EM Ê PAŞ VE GAV NAVÊJIN'    Karkera Şaredariya Kadikoyê Bûket Sevgen jî wê hevdîtin du rojên din jî dewam bikin lê heger tiştek jê dernekeve wê dest bi grevê bikin û wê paş de gav navêjin. Sevgen, anî ziman ku partiyeke ku wekî partiyeke demokratan li xwe dinere, nûnerên wê tenê bi devkî demokrat in, lê belê di teoriyê de ne werê ne. Sevgen got: "Projeyên ku niha Şaredariya Kadikoyê pê pesnê xwe dide, hemû bi keda wan hatine çêkirin. Lewma divê ev ked neyê binpêkirin. Divê rêveberiya şaredariyê heqê karkeran bide."    MA / Kadîr Guney