Betal, karker, KHK'yî: Wê quşxane bi saya HDP'ê bikele 2020-10-22 09:09:47 STENBOL - Welatiyên ku polîtîkayên ewlehîparêz ên îqtidarê wekî "quşxaneya nekelî" û "betaliyê" pênase kirin, ji bo deklerasyona HDP'ê gotin ji bo wan tê wateya "kar û bar" û kelandina quşxaneya nekelî.    Di ser demeke ku krîza aborî her diçe kûrtir dibe û mirovan ber bi întiharê ve dişîne, Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) zend û bend badan. HDP hewl dide bi "Deklereasyona Helwesta Demokratîk" ku di 1'ê Hezîranê de aşkere kiribû li hemberî vê tarîtiyê bibe ronahî û ji bo têkoşînê bang li her kesî dike. Di deklerasyonê de hatibû destnîşankirin ku tekane rêya xelasiyê ya ji krîza aborî, devjêberdana ji polîtîkayên ewlehîparêz e û beriya her tiştî bi rêyên aştiyane çareserkirina pirsgirêka kurd e.    Karker, betal û welatiyên bi KHK'yan ji kar hatine derxistin diyar kirin ku deklerasyona HDP'ê heqîqetekê dide der û gotin, bereksê daxuyaniyên rayedarên hikûmetê bi her awayî krîza aborî hîs dikin.    Karkerê tekstîlê Ercan Tîlmaç, bal kişand ser ser zor û zehmetiyên di sektora tekstîlê de û got, keda wan tê xwarin. Tîlmaç, bilêv kir ku yek ji sektora ku herî zêde keda jin û karkerên zarok dixwe sektora tekstîlê ye û got, pergala kapîtalîst her kesî felc kiriye.    Tîlmaç, bilêv kir ku her êrîşa li ser mafên demokratîk ên gelê kurd tê kirin, bandorê li her kesî dike û got, lewma bangawaziya HDP'ê pir girîng e. Tîlmaç got: "Nehesibandina hebûna kurdan, li Tirkiyeyê dibe sedema xizanbûna çna karkeran. Bang li çîna karkeran dikim ku piştgiriya têkoşîna gelê kurd bikin. Heger em piştgiriyê bidin wê welêt aram bibe. Lewma divê em karker xwe birêxistin bikin."    BUDÇEYA JI BO ŞER HATIYE EVQETANDIN TÊ WATEYA 'BETALÎ'YÊ    Çetîn Demîr ê 33 salî ku ji ber krîza aborî betal maye, anî ziman ku zanîngeh kuta kiriye lê dike nake karek bi dest wî nakeve. Demîr, destnîşan kir ku ji ber polîtîkayên betaliyê yê îqtidarê bi milyonan kes betal in. Demîr, anî ziman ku sedema vê jî ew e ku îqtidar dixwaze bi polîtîkayên ewlehîparêz pirgirêka kurd çareser bike û got: "Gava mirov li budçeya ku ji bo şer hatiye veqetandin dinêre, rastî dertê holê. Dikarin bi vê budeyê li her derê welêt fabrîkeyan çêbikin. Her wiha ji ber ku veberhênan bi fikarin veberhênaniyê nakin. Heger ji dêvla polîtîkayên ewlehîparêz ji bo îstihdamê budçe bê veqetandin wê rewşa welêt pir biguhere."    Her wiha Demîr gotina Erdogan jî bibîr xist ku gotibû "Ma tu dizanî fîşekek bi çi qasî ye" û got, lewma bangawaziya HDP'ê bangawaziyeke li dijî "şer aştî ye." Demîr got: "Bangawaziya HDP'ê, tê wateya ku bi milyonan kesên wekî bin kar bibînin. Lewma bangawaziya HDP'ê di cî de ye. Divê bi milyonan kesên wekî min betal û karker bên cem hev du, li ber polîtîkayên ewlehîparêz ên îqtidarê rabin û xwedî li vê bangawaziyaê derkevin. Heya em li ber ranebin em ê her tim birçî û betal bin."    BI HINCETA 'EWLEHIYÊ' DERXISTINA JI KAR    Kenan Gungordu jî anî ziman ku sedema polîtîkayên ewlehîparêz neçareserkirina pirsgirêka kurd e. Gungordu, bilêv kir ku neçareserkirina pirgirêka kurd di warê cemaweriyê bandor li liyaqatê jî kiriye û ev yek bûye ku civak nefesê nestîne. Gungordu got: "Li dijî muxalifan nêçîra pîrebokan piştî 15'ê Tîrmehê dest pê kir. Dibe ku bêhiqûqîtiya herî zêde bi pêkanînên piştî 15'ê Tîrmehê rû da bin, lê belê ev bêhiqûqîtî ji ber neçareserkirina pirgirêka kurd e. Sedema betaliyê ev polîtîka ne û her wiha ev yek bûye sedem ku bi hezaran kes bi hinceta 'ewlehiyê' ji kar bên derxistin û îxrackirin."    YEKÎTÎ   Gungordu, destnîşan kir ku neçareserkirina pirsgirêka kurd Tirkiyeyê xistiye nav gerînekekê û got: "Gel aştiyê dixwazin. Bangawaziya HDP'ê ji bo me karkeran, betalan, kedkaran û kesên neheqî li wan hatiye kirin. Em li her derî bilêv dikin ku em xwedî li vê bangawaziyê derdikevin. Ji bo aştî bibe serdest li dijî îqtidara AKP-MHP'ê ku di polîtîkayên şerî de israr dike, yekîtî û tifaqeke civakiyî divê. Lewma divê her ks xwedî li vê bangawaziyê derkeve û ji bo aştiyê bibe yekdeng."    MA / Nacî Kaya - Ferhat Çelîk