Olûç: Daraz ji bo ku kujerên Elçî ceza neke, 5 sal in dozê eware dike 2020-10-21 17:06:20   ENQERE – Cîgirê Serokê Koma HDP’ê Sarûhan Olûç got: “Daraz ji bo kujerên Tahîr Elçî ceza bike, 5 sal in sersariyê dike. Em ê têkoşîn û doza Tahîr Elçî bişopînin.”   Cîgirê Serokê Koma HDP’ê Sarûhan Olûç li Meclîsê civîna çapemeniyê li dar xist û geşedanên di rojevê de nirxand.    Olûç beşek girîng a axaftina xwe ji doza Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî yê di 28’ê Mijdara 2015’an de hatibû qetilkirin re veqetand. Olûç destnîşan kir ku dozê 5 sal berê dest pê kiriye û got: “Pêvajoyek pir bêhiqûqî hat birêvebirin û ev pêvajo didome. Em li ser vê bêhiqûqiyê axivîn û em ê axaftina xwe bidomînin. Çimkî divê piştî bûyerê demildest li cihê bûyerê bi awayek birêkûpêk û zelal lêpirsîn bihata kirin. Lê belê ev lêpirsîn nehat kirin. Delîl nehatin berhevkirin. Guleya ku bûye sedemê mirina Elçî nehat dîtin. Bi awayek gumanbar îfadeyên polîsan nehat girtin. Tenê bi awayê ku polîs şahidên bûyerê ne hatin guhdarkirin. Heta îro Baroya Amedê nêzî 100 daxwaznameya pêşkêşî darazê kir, lê belê tu daxwaznameyek li ber çavan nehat girtin.   DARAZ PÊVAJOYÊ EGLE DIKE    Niha îro danişîna Tahîr Elçî hat lidarxistin. Polîsên ku bersûcên bi rêya SEGBÎS’ê beşdarî danişînê kirin. Yanî di esasê xwe de ji bo ku kujerên Tahîr Elçî neyên cezakirin, daraz 5 sal in vê dozê egle dike û bi sersarî nêz dibe. Di esasê xwe de vê sersariya wan îşareta danişîna îro bû. Tahîr Elçî kesayetek pir girîng ê têkoşîna mafê mirovan û parêzvanê aştiyê bû. Em ê vê dozê bişopînin. Ji bo kujerên Elçî werin cezakirin çi ji destê me were em ê di qada hiqûqî de bikin.”