Doza Tahîr Elçî hat taloqkirin 2020-10-21 15:51:27   AMED – Şandeya dadgeha doza Tahîr Elçî destûr neda Turkan Elçî biaxive. Dadgehê biryara daxwaza reda dadgerî ya parêzerên Elçî da û daxwazê şand Dadgeha Cezayê Giran a 11’emîn û danişînê taloqî 3’yê Adara 2021’an kir.    Danişîna ewil a doza derbarê Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî yê di 28’ê Mijdara 2015’an de li bin Minareya Çar Ling a Sûra Amedê de hatibû qetilkirin, li Dadgeha Cezayê Giran a 10’emîn a Amedê hat lidarxistin. Di danişînê de 3 polîs bersûc S.T., F.T. û M.S. bi rêya pergala deng û dîmen (SEGBÎS) beşdarî danişînê bûn. Hevjîna Elçî, Turkan Elçî û bi dehan pararêzer û gelek serokên baroyan danişînê şopandin.    MAFÊ AXAFTINÊ NEDAN TURKAN ELÇΠ   Piştî navbera nîvor ya dozê Serokê Baroya Amedê Cîhan Aydin mafê axaftinê xwest. Serokê dadgehê bi hêceta bêdesûr mafê axaftinê hatiye xwestin hişyariya dê Aydin derxin derveyî eywana danişînê kir. Li ser vê yekê parêzer Mehmet Emîn Aktar daxwaza reda dadgerî kir.    Pişt re Turken Elçî a muştekî mafê axaftinê xwest û got: “Ez dixwazim hûn wê nezaketa ku ramanên xwe bêjim û ji dozê çi dixwazim guhdar bikin. Heta ez hatim vir jî baweriya min ji bo we tam bû.”    Serokê dadgehê hişyarî da Turkan Elçî jî ku wê ji eywana danişînê were darxistin.    ‘EM DIXWAZIN SÛCDARÊN RASTEQÎN WERIN TESPÎTKIRIN’    Parêzerên malbata Elçî gotin: “Darizandina ceza dîsîplîna raste rast mafê mirovan eleqedar dike ye. Em ji we daxwaza ne bersûc, lê bi rastî jî kesên vê planê amade kirine û sûcdarên esas werin tesptîtkirin dixwazin.”   Parêzer Orhan Kemal Cengîz jî ji ber mafê axaftinê nedan Turkan Elçî xwest biryara daxwaza reda dadgerî ya tevahiya parêzeran were dayîn.    Dadgeh ji nirxandina daxwaza reda dadgerî reviya û destnîşan kir ku ew ê biryara tevahiya parêzeran ji danişînê derbixe da û parêzeran hişyar kir.    ‘KES NIKARE ME JI VAN EYWANAN DERBIXE’    Mehmet Emîn Aktar di vê kêliyê de axivî û got: “Em dibêjin ku di vê qonaxê de mafê me yê daxwaza beşdariyê heye. SEGBÎS heta ne ji neçarî be, li dijî rêgeza rûbirûbûnê ye. Pêwîste reng û rûyê bersûcan were dîtin. Heta îro tu dadger û dozgerî nikaribûne min ji danişînek derbixin, îro jî ez derxistina ji vê danişînê qebûl nakim. Lê belê em dikarin li ser îradeya xwe derkevin. Şandeya Dadgehê dixwaze bê me darizandinê bike. Ji ber ku şandeya dadgehê bêteref û neserbixwe tevdigere, em daxwaza reda dadgerî dikin.”    Serokê Baroya Amedê Cîhan Aydin xwest tespîta ku reng û rûyê bersûcan bi rêya SEGBÎS’ê nayê xuyakirin were kirin. Lê belê dadger mafê Aydin birî. Dadger piştî nîqaşan dest bi guhdariya daxwazên reda dadgerî ya parêzerên muştekî kir.    POLÎS DI KORÎDORÊ DE HATIN BICIHKIRIN    Li eywana danişînê di navbera parêzer û şandeya dadgehê de nîqaşên tund derketin û di vê kêliyê de polîsên hêzên çevîk ên bi mertal taqviyeyî kîrodorê hatin kirin. Li korîdorê nêzî 60 polîsên bi mertal hatin amadekirin.    ‘DOZNAME BI NAKOKIYAN TIJE YE’    Di danişînê de ji parêzerên malbata Elçî, Nahît Eren diyar kir ku dadgeha ku di cotmeha 2015’an de biryara girtina Tahîr Elçî da vê şandeya dadgehê jî wîjdanê xwe girtiye û tevger dike. Eren bertek nîşanî destûr nedayîn axaftina Turkan Elçî da.    Parêzerê muştekî Mahsûnî Karaman jî destnîşan kir ku divê beriya her tiştî dadgeh doznameya tije nakokî qebûl nekira û got: “Bi doznameyek ya di vir de ye ya jî di wir de ye darizandin nayê kirin. Ez daxwaza reda dadgerî dubare dikim.”    DANIŞÎN HAT TALOQKIRIN    Şandeya dadgehê bi hêceta ku di mijara reda dadgerî de Dadgeha Cezayê Giran a 11’emîn a Amedê biryar bide û qeydên SEGBÎS’ê werin deşîfrekirin biryar da û danişînê taloqî 3’yê Adara 2021’an kir.   Piştî taloqkirina dozê, şandeya parêzeran, siyasetmedar û parêzvanên mafê mirovan û Turkan Elçî li ber Dadgeha Amedê daxuyanî dan çapemeniyê.    AYDIN: EM Ê JI BO DOZÊ LI BER XWE BIDIN    Ewilî Serokê Baroya Amedê Cîhan Aydin axivî, behsa hûrguliyên danişînê kir û helwesta şandeya dadgehê şermezar kir. Aydin got helwesta dadgehê nayê qebûlkirin û bedela vê dozê çi dibe bila bibe ew ê heta sûcdarên rasteqîn dernekevin holê dê pêşiya vê dozê bernedin û li ber xwe bidin.    TURKAN ELÇÎ YA AXAFTINA WÊ HAT ASTENGKIRIN, HEMAN AXAFTINÊ LI BER EDLIYÊ KIR    Piştî Aydin, Turkan Elçî axivî û beyanên ku wê di danişînê de li rûyê şandeya dadgehê bixwenda û destûr nehat dayîn were xwendin ji çapemeniyê re xwend û bi raya giştî re parve kir. Elçî got ew hêvîdar e ku wê dadger guh bide van beyanên ku amade kiriye.