Li Amedê girtiyên nexweş jî di nav de 42 girtî hatin sewqkirin 2020-10-21 15:40:58   AMED - 71 girtiyên siyasî ji Girtîgeha Amedê ya Tîpa D sewqî Girtîgeha Amedê ya Ewlehiya Bilind a Hejmara 1 û 2'an tên kirin. Hat zanîn ku di nava van girtiyan de girtiyên nexweş jî hene û heta niha 42 girtî hatine sewqkirin.   Li Girtîgeha Amedê ya Tîpa D, 71 girtiyên siyasî yên li wir tên ragirtin di 19’ê cotmehê de sewqa wan a Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Hejmarên 1 û 2’an hatibû destpêkirin û didome. Hat zanîn ku girtiyên nexweş Avnî Ûçar, Abdurezzak Şîmşek, Zulfîkar Bayram, Mahmût Bîlgînç, Siddik Batûr, Lokman Akbaba, Takyeddîn Yuksekbag ê ku destekî wî tune, Îzzettîn Tekmen ê ji lingên xwe seqet jî hatine sewqkirin.    Di 19’ê cotmehê de Ferhat Tûrgay, Davût Avci, Avnî Ûçar, Faysal Okalîn, Recep Karsû, Takyeddîn Yuksekbag, M. Şirîn Îvrendî, sewqî Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Hejmara 1’ê, Abdulrezzak Şîmşek, Ramazan Yilmaz, Hasan Îskanoglû, Necîm Sûsîn, Tahir Kûrhan, Adnan Yîgîttekîn, Ramazan Algan jî sewqî Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Hejmara 2’an hatine kirin.    Di 20’ê cotmehê de jî Mehmet Yalçin, Haci Haykir, Abdulselam Sûsin, Halîl Arslan, Diyaddîn Yakût, M. Enes Tûnç, Orhan Yuzal, Fahrettn Ozhan sewqî Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Hejmara 1’ê, Îzzettîn Tekmen, Mehmet Alî Aygonul, Hakîm Yavaş, Zulfîkar Bayram, Ahmet Ozkan, Mehmet Koç jî sewqî Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Hejmara 2’an hatine kirin.    Di 21’ê cotmehê de jî Nîhat Demîrtaş, Mûstafa Urek, Mehmet Belîm, Mahîr Savûn, Aydin Altûg, Serdar Guzel, Lokman Akbaba sewqî Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Hejmara 1’ê, Mahmût Bîlgînç, Edîp Yalçinkaya, Dogan Erkol, Siddik Batûr, Servet Kaya, Ekrem Batmaz, Ferhat Gultek jî sewqî Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Hejmara 2’an hatine kirin.    Heta niha ji 71 girtiyan 42 girtî hatine sewqkirin û tê payîn yên mayîn jî di 22 û 23'ê cotmehê de werin sewqkirin.