DEDEF: Mûnzûr azad e û wê azad biherike 2020-10-21 14:30:16   STENBOL – DEDEF’ê diyar kir ku bi projeyan dixwazin çanda Kaniyên Mûnzûrê tune bikin û got: “Mûnzûr azad e û wê azad biherike.”    Federasyona Komeleyên Dersimê (DEDEF) bi boneya balê bikişîne ser Projeya Rekreasyonê ya Kaniyên Mûnzûrê li avahiya Komeleya Mafê Mirovan a Şaxa Stenbolê civîna çapemeniyê li dar xist. Endam û rêveberên DEDEF’ê beşdarî civînê bûn.    Sekreterê Giştî yê DEDEF’ê Hasan Şen ewilî axivî û diyar kir ku bi salen ew li ber projeyên dixwazin li ser çanda Dersimê bixin meriyetê radibin û ew ê nehêlin ku erdnîgariya wan bi projeyên wiha were talankirin.    ‘MÛNZÛR AZAD Û WÊ AZAD BIHERIKE’    Rêveberê DEDEF’ê Yûsûf Ziya Demîrçîvî daxuyaniya hevpar xwend û destnîşan kir ku Kaniyên Mûnzûrê bi projeyên talanê û rûxandinê re rûbirû ne û got: “Em ê wek gelê Dersimê li ber her cûre projeyên talanêr abin. Ji bo baweriya elewîtiyê Kaniyên Mûnzûrê meskenek pîroz e. Bi vê projeya ku dixin dewrê dixwazin çanda me tune bikin. Ev projeyek rûxandinê ye. Gelek caran çalakiyê xwedî derketina xweza û erdnîgariya Dersimê hatine lidarxistin û bi astengiya re rûbirû maye. Gelê Dersimê ku xwedî li ax, av, daristan, çand û baweriya xwe xwedî derdikeve lê îradeya wan tê astengkirin. Lê belê Mûnzûr azad e û wê azad biherike.”